ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2022
30 nîsan, 2022   23:00

-Bi boneya Cejna Remezanê, şêniyên bajar û navçeyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan dikin û mûman li ser vêdikin, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Konferansa 3'yemîn a YPJ'ê di roja duyemîn de li Hesekê dest pê dike. Tê payîn ku rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û encamname were eşkerekirin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dayikên gerîlayan daxuyaniyekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo didin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dêrik û Çilaxa diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, lê belê ew planek ji bo hedefgirtina îradeya gelên berxwedêr û berfirehkirina erdîngariya wê li ser hesabê gelên resen e. Şêniyan banga xwedîderketina li berxwedan gerîla kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Li gorî Mistefa Ebdî sedema zêdebûna şer û pevçûnan di navbera komên çete de li herêmên dagirkirî, dewleta Tirk destek çeteyan qut kirin, da ku tevliheviya dixwaze li herêmê pêk bîne, nakokiya li ser pere û deshtlatê di navbera wan de gur bike û welatî neçar bibin koçber bibin û ew jî bigihêje armanca xwe ya sereke a pêkanîna demografiyê herêmê.

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd ên bajarê Reqayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo vegerandina serdama osmanî, li Iraq û Sûriyê şerekî qirker dide meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê bi rêya kûrkirina aloziyan, dixwaze şêniyên Suweydayê ji armancên wan dûr bixe. Sekretêrê Giştî yê Partiya El-Lîwa El-Sûrî jî dibêje ku sîstema fedral ji bo Sûriyê bi giştî sîstemeke guncaw e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyêp Feysel El-Miqdad re axivî û nerihetiya xwe derbarê kiryarên Îsraîlê yên li Sûriyê de anî ziman. Hîna jî dosyaya komkujiya li dijî ermenan ji dosyayên ku dewleta Tirk bi fikar dike .

JIN

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi rêya vekirina proje û kargehan destekê didin sûkên herêmî, rêgeza xwetêrkirinê pêk tînin û aboriya herêmê pêş dixînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA