​​​​​​​Bafil Talebanî: Ew rewşa li ser Silêmaniyê ferz kirine ji ber yasaya hilbijartinê ye

Hevserokê YNK'ê Bafil Talebanî diyar kir ku ew rewşa darayî ya ku li ser Silêmaniyê ferz kirine, mijarek siyasî ye û li beramberî hewldanên YNK’ê û wan hêzên din ên siyasî ya ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê ye.

​​​​​​​Bafil Talebanî: Ew rewşa li ser Silêmaniyê ferz kirine ji ber yasaya hilbijartinê ye
30 nîsan, 2022   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşan li gel nûnerên esnaf, karsaz û pîşekarên Silêmaniyê re civiya.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî diyar kir ku ew rewşa darayî ya ku li ser Silêmaniyê ferz kirine, mijarek siyasî ye û li beramberî hewldanên YNK’ê û wan hêzên din ên siyasî ya ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê û rêgirtina li israfkirina dewlemendiya neft û rastkirina şaşiyên desthilatdarî bi kar tîne ye.

Bafil Talebanî eşkere kir ku YNK xwe xwediyê vê ezmûnê dibîn e û got: “Em ê şaştiyan rast bikin û dawî li cudakarî û pawanxwaziyê bînin. Serdema dirûşmeyan bi dawî bû. Divê hikûmet bi kirdar ximzeta xelkê bike. Cudakariya di navbera bajaran de qebûl nakîn.”