Roja yekemîn a konferansa YPJ`ê bi dawî bû

Roja yekemîn a konferansa 3`emîn a YPJ`ê bi dawî bû. Tê payîn ku konferans sibe dewam bike û rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û encamname werin derxistin.

Roja yekemîn a konferansa YPJ`ê bi dawî bû
30 nîsan, 2022   15:27
HESEKÊ

Îro li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3`emîn konferansa YPJ`ê bi dirûşmeya "YPJ`ê hêza misogeriya azadiya jin, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê ye" dest pê kir. Di nav de fermandarên  giştî Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik, 400 şervanên YPJ`ê ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konferansê bûn.

Konferans li hola Çandî ya YPJ`ê hate lidarxistin. Di konferansê de Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Newroz Ehmed, bi navê Kongra Star Lîlan Hesen, bi navê HPC- Jin Zeyneb Efrîn, dayika fermandar û damezrînera YPJ`ê Jînda Ronahî, Hemdiye Kûtê axivîn.

Di konferansê de rewşa siyasî û leşkerî li ser asta cîhanê, Rojhilata Navîn, Sûriyê û qada Kurdistanê hatin nirxandin.

YPJ`ê bernameya yekemîn a konferansê bi belavkirina rapora salane bidawî kir û sibe dê were nîqaşkirin.

Tê payîn ku konferansa 3`emîn a YPJ`ê sibe bi xwendina rapora salane ya kar û xebatên YPJ`ê, nîqaşkirina rewşa rêxistinî û derbaskirina rêziknameyê di ber çavan re, guhertina wê û derxistina encaman bi dawî bibe.

(bx)

ANHA