Di konferansê de hêviyên şervanan

Şervanên YPJ`ê diyar kir ku konferansa 3`emîn a YPJ`ê dê rêxistinkirina jin di warê parastinê de xurt bike, nasnameya wê di gelek waran de îsbat bike. Her wiha hêvî kir ku encamên xwedî nirx ji bo xurtkirina rêxistina jin  derkeve.

Di konferansê de hêviyên şervanan
30 nîsan, 2022   14:16
HESEKÊ

3`emîn konferansa YPJ`ê li bajarê Hesekê bi dirûşmeya "YPJ`ê hêza misogeriya azadiya jin, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê ye'ê dewam dike. 400 şervanên YPJ`ê ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konferansê bûne.

Şervanên YPJ'ê yên ku beşdarî konferansê bûne ji ANHA'yê re axivîn. Şervanan got, konferans ji wan û tevahî jinan re girîng e nexasim der barê mijara xurtkirina jin di warê parastinê de û di pêvajoya heyî de.

'SEDEMA BINKETINA ŞOREŞAN PAŞGUHKIRINA ROLA JINÊ YE'

Şervana bi navê Berxwedan Jiyan di destpêkê de lidarxistina konferansê li tevahî jinên ku ji bo bidestxistina destkeftiyan di nava Şoreşa Rojava de ne pîroz kir û wiha axivî: "Sedema sereke ya binketina hemû şoreş û serhildanên dîrokî ew e ku girîngî nedane rola jin û hatiye paşguhkirin. Lê Şoreşa Rojava bi saya YPJ'ê cewhera rast a jinan derxist."

Berxwedan Jiyan wiha domand: "Bi nihêrîneke biçûk li jinan dihat nihêrandin. Lê niha jin xwe bi rêxistin dike û artêşa xwe xurt dike. Ez bi destkeftiyên ku YPJ`ê bidest xistine kêfxweş û serfiraz im."

 ‘ÎRADEYA JINÊ DÊ ZIHNIYETA DESTHILATDAR A MÊR TÊK BIBE‘

Berxwedan Jiyan îşaret bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê kir û wiha axivî: "Ji bo bilindkirina asta têkoşînê bi awayekî zêdetir divê em xwe bi rêxistin û perwerde bikin û di fikr û felsefeya rêber Ocalan de kûr bibin."

Şervana bi navê Buhar Amed jî ku ji şervanên destpêkê tev li nava YPJ`ê bibû ev tişt anî ziman: "Dema Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir me dît ku divê em rola xwe pêk bînin da ku azadiya jinê bidest bixin û parastina destkeftiyên herêmên xwe bikin. YPJ`ê îsbat kir ku jin xwedî îradeyeke xurt e û dikare bibe pêşenga şoreşê mîna şehîd Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û gelek şehîdên din."

Buhar Amed lidarxistina konferansê li dayik û bavên şehîdan û rêber Ocalan  pîroz kir û da zanîn ku bi îrade û hêza jinan dê zihniyeta desthilatdar têk biçe.

Buhar Amed têkildarî konferansê jî got: "Gelek fermandarên ku tev li şerê Efrîn û Serêkaniyê bibûn, tev li wê konferansê bibûn. Em soz didin ku em ê heta pêkanîna armancên wan şopdarên rêya wan bin."

Buhar Amed îşaret pê kir ku di konferansê de dê encamên ji bo xurtkirina rêxistinkirina jinan bi taybet jin di nava civakê de derkeve.

JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Şervana bi navê Şemis Dêrik jî behsa girîngiya lidarxistina konferasnê 3`emîn kir û ev tişt anî ziman: "Ji ber em têde xebat û destkeftiyên xwe dinrxînin. Li ser çawaniya pêşxistina mekanîzmeya têkoşînê, bilindkirina têkoşînê ji bo misogeriya azadiya rêber Ocalan nîqaş dikin. Ji ber ev sal sala bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e."

Semis Dêrik di axaftina xwe de bal kişand ser rola QSD`ê û YPJ`ê di bidestxistina azadiya jinê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê QSD'ê ve, jinê xwe di hemû warê jiyanî û civakî de îsbat kir. Karibû bi awayekî zêdetir li azadiya xwe bigere. Di dema dagirkirina DAIŞ`ê de gelek zehmetî dîtin. Lê karibû vê yekê veguherîne hêzekê da da ku li hember çeteyan li ber xwe bide û têkoşîneke kûrtir pêk bîne da ku nasname û bidestxistina azadiya xwe îsbat bike."

(bx)

ANHA