Tevgera Hîlala Zêrîn: Em ê kar bikin heta ku karker û hemû beşên civakê azad bibin

Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê 1`ê Gulanê pîroz kir û got “Em vê rojê li karkeran pîroz dikin û hêvîdar in ku hêviyên wan ên jiyaneke wekhev û demokratîk pêk werin. Em soz didin ku kar û xebatê bikin heta ku karker û hemû beşên civakê yên bindest azad bibin.”

Tevgera Hîlala Zêrîn: Em ê kar bikin heta ku karker û hemû beşên civakê azad bibin
30 nîsan, 2022   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1`ê Gulanê daxuyaniyek da û tê de ev roj li hemû karkeran pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Gel û netewe di dîroka xwe de rastî hemî rengên zordestiyê yên civakî, qadî, olî û hişmendî hatine, pir şer û pevçûn çêdibûn ji bo desthilatdarî û kontrola li ser hemû heremên berfireh û zengîn bi sererd û binerdê xwe.

Pir padîşahî û netewedewletên mezin ava bûn û pir jî winda bûn bi hemû şaristanî, çand û ramanên xwe, lê ta îro em aloziya wan serdemên tarî yên dîroka mirovahiyê dikişînin. Bê guman Şoreşa Cotmehê di sedsala 19`an de roleke xwe ya mezin hebû di guhertina raya giştî di têkoşîn û berxwedana qadên karker û bindestan de. Ew destpêka rêya azadkirina karker û cotkaran bû da ku em bigihêjin civakeke exlaqî û demokratîk û tê de hemû mirov wekî hev bin di maf û erkan de û hemî rengên zordestî, newekheviya qadî, nîjadî, cinsî û olî têk bibin.

Lê dema ku em vê zordestî û zordariyê bînin ser ziman, pêwîst dike em gelê Kurd bi bîr bînin ku hemû rengên zilm û zordestiyê li ser destê rejîmên faşîst dîtine ku xaka wî ya dîrokî dagirkirî ye. Ev gel di cîhanê de tenê maye ku hîna bê nasname û bindest e, di demekê de ku ev tişt bûne mafên herî normal.

Dijminê herî kirêt û zordar li ser gelê Kurd pergalên faşîzmê pêk tîne dewleta Tirk bû ku her tim li hember têkoşîn û berxwedana gelê Kurd radiwestî heta ku gelê Kurd negihêje mafên xwe yên rewa di diyarkirina çarenûsa xwe de û jiyaneke birûmet li ser xaka xwe ya dîrokî bidomîne.

Dewleta Tirk hîna rêberê gelê Kurd di girtêgehê de digire û hemû peyman û sozên navneteweyî paşguh dike, tu însiyatîfên çareserkirina demokratîk ji doza kurdî re qebûl nake.

Em Cejna Karkeran a Cîhanê li hemû karkeran pîroz dikin û hêvîdar in ku hêviyên wan di jiyaneke wekhev û demokrat de ku bi soz û peymanên navneteweyî re pêk werin. Em ê kar û xebatê bikin da ku qada karkeran bi taybet û hemû qadên civakê yên bindest azad bikin.”