Rewşa siyasî û aborî ya Başûr rê dide zêdebûna tundiya li ser jinan

Rojnamevaneke ji Başûrê Kurdistanê diyar kir ku rewşa siyasî û aborî û tunebûna qanûnên parastinê mafên jinan, sedemên sereke yên zêdebûna tundiya li ser jinan û xwekuştina wan e. Rêvebereke Rêxistina Sara got, ev zêdebûna kuştina jinan di xizmeta berjewendiya desthilatdariya baviksalarî de ye.

Rewşa siyasî û aborî ya Başûr rê dide zêdebûna tundiya li ser jinan
30 nîsan, 2022   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê di serî de hikumeta Başûr û rêxistinên jinan ên ku nekarîn ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bibînin, bi zêdebûna tundiya li ser jinan sûcdar kirin.

Daneyên ku ji aliyê Daîreya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Başûrê Kurdistanê ve hatiye weşandin, rastî nerazîbûna gel û saziyên mafên mirovan hat. Ji destpêka îsal ve heta niha 16 jin hatine qetilkirin. Li gorî çavdêran, sûcdar pirsgirêkên di qanûnê de ji bo pêkanîna sûcên xwe bi kar tînin, ji ber vê yekê ji cezayan difilite.

'REWŞA Lİ BAŞÛR ZEMÎNA ZÊDEKİRİNA RÊJEYA TUNDİYÊ AVA DİKE'

Rojnamevan Yaryan Ehmed Zerdeşt ji Başûrê Kurdistanê li ser sûcên kuştin û tundiya li ser jinan li Başûrê Kurdistanê got: "Gelek caran krîz zexta li jinan du qat zêde dike, ji ber vê yekê tundiya li ser wan di civakên zêdetir e, bi taybet di dema şer û krîzan de."

Yaryan Ehmed Zerdeşt destnîşan kir ku ji ber gelek faktorên siyasî, qanûnî û aborî binesaziya civaka Başûrê Kurdistanê zemîna zêdekirina rêjeya tundiya li ser jinan ava dike.

Rojnamevan Yaryan Ehmed Zerdeşt  her wiha da zanîn ku heta niha li Başûrê Kurdistanê tundiya li dijî jinan ne wekî sûcekî ye ku qanîn jê hesab bipirse, di heman demê de destnîşan kir ku gel mafên xwe yên qanûnî nizanin, ev jî gelek caran valahiyekê di navbera gel û qanûnên ku ji bo parastina wan hatine çêkirin de, çêdike.

'BAWERÎ Bİ DADWERÎ Û SAZİYÊN EWLEHİYÊ DE TUNE YE'

Yaryan Ehmed Zerdeşt di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sedemên zêdebûna rêjeya kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê û got: "Ji wan sedeman; ne baweriya di navbera welatî, dadwerî û saziyên ewlehiyê de ye. Ji ber tunebûna baweriyê jinên ku tundî li ser wan tê kirin serî li qanûnê nadin. Her wiha edetên eşîrtî yên ku çarenûsa jinan di destê wan de ye sedemek din e. Tevî ku qanûnên parastina jinan hene jî, lê hişyariya jinan têra wan nake ku bikarin li gorî van qanûnan xwe biparêzin, an jî daxwaza guhertina hin qanûnan bikin. Di aliyê siyasî de, nakokiyên hundirîn û krîzên siyasî gelek caran bandorê li reftarên welatiyan dike û wan zêdetir ber bi tundiyê ve dibe. Her wiha nebûna îstiqrara siyasî yek ji sedemên krîza aborî ye ku bandorê li jiyana welatiyan dike. Ji ber ku jin her tim beşa lawaz di civakê de ne, normal e ku li gorî van hemû krîzên ku civak rû bi rû maye rêjeya tundiya li ser jinê zêde bibe.''

CEZAYÊN SIVIK

Yaryan Ehmed Zerdeşt îşaret pê kir ku sûcdar ji pirsgirêkên di qanûnê de sûd werdigire da ku sûcan pêk bîne û ev tişt diyar kir: "Wekî destdirêjiya li namûsa jinê, mêrê destdirêj jinê weke milkê xwe yê taybet dibîne kku mafê wî heye çi bixwaze pê bike. Heta niha qanûn nikare li hember wî bisekine, ji ber vê yekê sûcên kuştinê zêde bûn."

Yaryan Ehmed Zerdeşt her wiha destnîşan kir ku, ev qanûn mexdûr ber bi xwekuştinê ve dibe û bi vê yekê jî mêrê ku tundiyê li jinê dike wekî sûcdar nayê dîtin, ev yek ji sedemên herî girîng e ji bo necezakirina sûcdar an sivikkirina cezayên wî.

Têkildarî rêbazên rêgirtina li ber tundiya li ser jinan, rojnamevan ev çareserî nîşan dan: "Dibe ku bi rêya pêşkêşkirina xizmetan ji jinan re, rêgirtina li ber xizantî û bêkariyê, avakirina hewayeke guncaw li dibistan, cihên kar û deverên giştî, jinên Başûrê Kurdistanê werin parastin û dawî li tundiya li ser wan were. Her wiha divê guhertineke mayînde çêbibe, divê qanûn bên derxistin û pêkanîn û siyasetên ku wekheviya zayendî pêş bixin werin  meşandin. Di heman demê de divê çavkaniyan ji bo çalakiyên pêşîlêgirtin û bersivdayînê û îstîsmarkirina di rêxistinên mafên jinan de werin veqetandin."

' DESTHILATDARIYA BAVIKSALARÎ QEBÛL NAKE KU JIN XWEDÎ ÎRADEYEKE SERBIXWE '

Endama rêveber a  Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, Fewziyê Henîfî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê her ku jin mafên xwe nas bikin  û di asteke bilind de dibe xwedî îrade kuştina wan zêdetir dibe. Fewziyê Henîfî da zanîn ku desthilatdariya baviksalarî ya li Başûrê Kurdistanê qebûl nake ku jin bibe xwedî îrade û nêrînek serbixwe ku bikaribe bi xwe biryara xwe bide.             

Fewziyê Henîfî anî ziman ku li gorî desthilatdariya baviksalarî ya Başûrê Kurdistanê çiqasî kuştinên jinan zêdetir bibin, ewqasî dikarin bi bêdengkirina jinan û şikandina îradeya wê bigihêjin armanca xwe.

Fewziyê Henîfî bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya li ser van sûcan û got, ji ber ku bi kuştina jinan berjewendiyên desthilatdariya baviksalarî pêk tê, ku jin û rola wê ya pêşeng di civakê de qebûl nake, lê bi rêbazên cuda hewl dide wan binpê bike.

Endama rêveber a  Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê Fewziyê Henîfî bang li jinên li seranserî cîhanê kir ku li hemberî her cure îstîsmarê serî hildin û li dijî tundiya li ser wan têbikoşin, ji ber ku bêdengî tê wateya qebûlkirinê.                         

(dx)

ANHA