Koma Cûdî bi straneke nû destekê da gerîlayan

Bi armanca piştgiriya berxwedana lehengane ya gerîlayan a li hember êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker, Koma Cûdî di vê hefteyê de dê straneke nû bi navê "Ev êrîşa xedar" ragihîne.

Koma Cûdî bi straneke nû destekê da gerîlayan
29 nîsan, 2022   08:10
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsanê ve bi hevbeşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, li hember vî şerî gerîlayên li çiyayên Kurdisatanê berxwedaneke lehengane nîşan didin.

Bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla û ji bo xurtkirina giyanê şoreşgerî û mezinkirina têkoşînê li hember êrişên dagirkeran û îxanetê, Koma Cûdî ya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê di vê hefteyê de dê stranekê bi navê "Ev êrîşa xedar" amade bike.

Li rex eniyên leşkerî û siyasî yên li hember êrişên dagirkeran û siyasetên qirkirinê tên dayîn, huner eniyeke sereke ye. Ji destpêka şoreşa rizgariya Kurdistanê di salên 80`î de endamên vê eniyê bi stran û awazên xwe cihê xwe di şoreşê de girt.

Nivîskar û muzîkjen Şivan Cizîrî diyar kir ku fikira vê xebatê bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re derket pêş.

Cizîrî da zanîn ku stran ji 4 malikan pêk tê û kiryarên li dijî gelê Kurd, nexasim êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dike. Li aliyekî din jî piştgiriya berxwedana gerîla dike.

Cizîrî piştgiriya xwe nîşanî berxwedana gerîla kir û got, divê her kes li hember kesên ku di şexsê gerîla de Kurdan dikin hedef, destekê bidin gerîla.

Cizîrî da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst li her çar parçeyên Kurdistanê êrişî gelê Kurd dike, lewma divê li dijî siyaseta qirkirinê asta têkoşînê bê xurttirkirin.

Cizîrî ev li axaftina xwe zêde kir: "Ez strana xwe ya nû diyarî gerîla, şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û hemû gelê azadîxwaz dikim. Di dawiyê de jî heta mîsogerkirina serkeftinê soza şopandina rêya şehîdan didim."

Ev zêdetirî 35 sal in Koma Cûdî kar û xebatên hunerî der barê têkoşîna nîştimanî ya kurdî dike.

Koma Cûdî ya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê 1986`an anku piştî du salan ji pêngava 15`ê Tebaxê hatiye avakirin.

(eh)

 

ANHA