​​​​​​​Li Efrînê malbatên çeteyan bi hev ketin: 23 kes birîndar bûn

Li navçeya Şera ya Efrînê di navbera du malbatên çeteyan de şer derket. Di encamê de 23 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Li Efrînê malbatên çeteyan bi hev ketin: 23 kes birîndar bûn
28 nîsan, 2022   18:29
HESEKÊ

Çavkaniyan gotin, li gundê Qitmê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê di navbera du malbatên çeteyan de şer der derket. Li gorî agahiyên destpêkê 23 kes ji her du malbatan  birîndar bûne, rewşa hinekan giran e.

Çavkaniyan diyar kirin ku piraniya birîndaran rakirin nexweşxaneyên bajarokê Ezaz ê dagirkirî.

Sedema şer nehat zanîn.

ANHA