ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2022
28 nîsan, 2022   23:00

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne. Serokkomarê Tirkiyê eşkere kir ku ew ê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Li vir pirsa xwe dide der ew e ku şêniyên herêmên dikarin çawa li hemberî van êrişan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Îmad Dawûd anî ziman ku dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Kantona Şehba ferz kiriye, zirareke mezin digihîne aboriya Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Şaredariya Gel a Zirganê Şêrîn Miho diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefkirina navendên xizmetguzarî dixwaze şêniyan koçber bike û got, berdewamkirina xebatê bersiva herî baş a li dijî sûcên dagirkeran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li gor lihevkirinên der barê stasyona Elok tevnagere û ziyan digihînin xetên kehrebeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Nivîsgeha Al E-Beyt a Tebqayê, Şêx Ednan Ilêwî got, sûcên ku dewleta Tirk di bin kirasê Îslamê de dike mîna wan nehatine kirin û bang li oldaran kir ku heqîqetê derxînin û serî ji desthilatdaran re danexin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksazî Şukrî Şêxanî diyar kir ku hin hez hene di serî de dewleta Tirk dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xira bikin. Her wiha destnîşan kir ku di nava van hêzan û gelên herêmê de nakokiyên mezin hene û got: "Li hemberî van hewldanan, ji bilî yekitî û hevgirtina di bin sîwana neteweya demokratîk de tu rê pêşiya gelan tune ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzeran gotin, “Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, binpêkirina hevpeymana qedexekirina çekên kîmyewî ya sala 1993`an e. Dewleta Tirk sînoran deras dike û qada hiqûqî ya navneteweyî jî li hemberî sûcên wê bêdeng e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Alîkariyên dewleta Tirk ên bi rêya komeleyên dewleta Tirk berdewam dikin, ev komele piştî teqîna bendera Beyrûtê bi awayekî zêde li Lubnanê dixebitin. Pirsa li vir jî çima dewleta Tirk ew qas alîkarî rêdike Lubnanê?

ANHA