​​​​​​​Li Ewropa bertekên li hemberî êrişa bi gaza jehrî dewam dikin

Kurdistaniyên li Frankfûrtê, Duîsburg DGB û Atînayê dijîn li hemberî sûcên dewleta Tirk a ku bi gazên jehrî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, protesto kirin.

​​​​​​​Li Ewropa bertekên li hemberî êrişa bi gaza jehrî dewam dikin
28 nîsan, 2022   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Frankfûrt û Duîsbûrg a Elmanyayê, Kopenhag a Danîmarkayê û kampa Lavrîo ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û bêdengiya sazî û dewletên Ewropayê hatin protestokirin.

FRANKFÛRT

Pêkhateyên Meclîsa Jinan a Amara û Meclîsa Jinan a Nûjîn li bajarê Zeîl am Brockhausbrunnen  Frankfûrtê hatin cem hev, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê dan û diyar kirin ku dewleta Tirk gazên jehrî li dijî gerîlayên azadiya Kurd bikar tîne.

Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinan diyar kir ku PDK di êrişên dagirkeriyê de rol lîstiye û gotin: “PDK‘ê axa Kurdistanê radestî dewleta Tirk a faşîst kiriye û yek bi yek di şehîdkirina gerîlayên Kurd de rol lîstiye.“

Jinan diyar kir ku hêzên navneteweyî bi rojan e li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û qirker bêdeng in û ev tişt gotin: “Bêdengî hevkariya vî sûcî ye. Divê Erdogan û rejîma wî ji bo demokrasiya Ewropayê jî weke xeteriyeke mezin bê dîtin."

DÛISBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Duisburgê (DGB) êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bikaranîna çekên kîmyewî di êrîşan de, darizandinên nehiqûqî yên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê û "Doza Gezî" hatin protestokirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya ji aliyê KON-MED û ADGB’ê ve hatiye amadekirin hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrişên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî kesên li ber xwe didin her ku diçe zêde dibe û divê îradeya berxwedana hevpar mezin bibe.

Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya 30’ê Nîsanê li Dusseldorfê û dirûşmeyên dilsoziyê bi dawî bû.

ATÎNA

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çanda Kurdistanê êrîşên artêşa Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Zap, Avaşîn û Metîna û di êrîşê de bikaranîna çekên kîmyewî li Kampa Lavrîo ya paytexta Yewnanîstanê Atînayê bi meşekê hate şermezarkirin. Meşa ku li ber kampê dest pê kir, li Qada Lavrîo bi dawî bû. Şêniyên bajêr bi çepikan piştgirî dan meşa ku bi sedan kes lê beşdar bûn. Di meşê wênyên rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.

Girseya meşê pankartên ku balê dikişîne ser hevkariya PDK-TC’ê yên “Bimre xiyanet” û wêneyên gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûne hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana gerîla û "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan" berz kirin.

Li aliyê din hin çalakvanan kincên kamûflajê li xwe kirin û bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Piştî meşê axaftin hate kirin û hate gotin ku di êrîşan de hevkariya PDK’ê deskeftiyên gelê Kurd dixe xeteriyê. Axaftvanan bal kişand li ser berxwedana gerîlayan û gotin: “ Artêşa Tirk, derbên giran ji gerîlayan dixwe û ji bo têkçûna xwe veşêre çekên kîmyewî bikar aniye.“

Di axaftinan de bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku bi ruhê serhildanê dakevin qadan û her cihê bikin qada berxwedanê.