Li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanyayek hate ragihandin

Li Silêmaniyê hejmarek rêxistinên navxweyî û biyanî ji bo rawestandina bombebarana dewleta Tirk a li ser sînor kampanyayek ragihandin.

Li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanyayek hate ragihandin
28 nîsan, 2022   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Ofîsa Peymangeha Kurdî ya Ji bo Hilbijartinê ya Silêmaniyê bi pêşengiya Hevbenda Komela Medenî ya Iraqê, bi hemahengiya Federesyona Rêxistina Komeleya Medenî, rêxistinên navxweyî û biyanî ji bo rawestandina bombebaranên sînor kampanyayek hat ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de, Rêveberê Federesyona Rêxistina Komeleya Medenî Cebar Ezîz û Endamê Însiyatîfa Rêxistina Komeleya Medenî ya Iraqê ya Krîstoverlî ya li Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) û Endamê Federasyonê Aram Cemal amadebûn û daxuyaniya hevbeş xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di 17’ê Nîsanê de Artêşa Tirk operasyona leşkerî ya bi navê pence kilît li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên li bajaroka Amêdî ya li Kurdistanê Iraqê ragihandin. Niha helîkopter li ser deverên ser bi Dêrelok û Şêladizê difirin û herêmên çiyayî bombebaran dikin. Ji berî vê operasyonê Tirkiyeyê zêdetirî 50 caran gundên Şêladiz, Dêrelok û Kanî Masî bombebebaran kir. Çend caran leşkerên Tirk bi helîkopteran danîne herêmên çiyayî yên Nerwe û Rêkan.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev wiha tê destnîşan kirin: “Di nava van çend salên borî de, rûniştvanên herêmê rûbirûyî çendîn bombebarankirinê bûne ku bûye sedema zerer û ziyan, birîndarbûn, mirinê. Qet nehatine tazmînat kirin jî. Tevî vê jî şîdeta Tirkiyeyê ziyana derûnî jî digihîne ku çend sale berdewame. Ew malbatên ku li van herêman dijîn neçar dikin ku li ser warên xwe bibin. Tevî tirs û dijwariyê jî jî çendîn malbat bi armanca çandiniyê li gundan mane ku berdewam ji ber bombebaranê zext li ser wan e.”

Di daxuyaniyê de bang tê kirin welatiyên sivîl ji êrişên leşkerî yên dewleta Tirk werin parastin û mafên seretayî yên mirovî û tazmîna wan were pêşwazîkirin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî tê kirin ku çavdêriya vê rewşa li sînorên Başûrê Kurdistanê pêk tê bikin û ji dewleta Tirk ji tê xwestin ku rasterast bombebarana xwe rawestîne û dîplomasî û guftûgoyên aştiyê destpê bike.

Di heman demê de bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê kirin ku tedbîrên bibandor ji bo prastina giyana welatiyan bigirin.