Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistina Jinan banga hevgirtinê li gel kir

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li dijî armanc û niyetên dewleta Osmanî ya nû ya bi serkêşiya Receb Tayip Erdogan banga hevgirtinê li gelên herêmê kir.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistina Jinan banga hevgirtinê li gel kir
28 nîsan, 2022   09:44
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker şerê xwe yê li dijî gelê Kurd û hemû gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê didomîne. Têkildarî mijarê, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "Dewleta Tirk tu carî dudilî nebû di pêkanîna armancên xwe yên qirkirina gelan û bi taybet gelê Kurd û di berdewamiya vê siyasetê xwe de piştgiriya komên çekdar ên Sûriyê û çeteyên DAIŞ ê kir. Heta niha jî wan li dijî Kurdên Sûriyê û Iraqê bi kar tîne. Lê piştî ku negihîşt armancên xwe serî li operasyonên leşkerî ya rasterast da ji bo dagirkirina herêmeke berfireh ji erdnîgariya Sûriyê weke (Efrîn, Serêkaniyê, Til Abyad, Cerablûs, Ezaz û Bab). Ji ber vê dest bi kuştin, talankirin, destavêtina jinan, mal û milkan kir. Li ser valakirina herêman ji xelkên wan û bicihkirina kesên biyanî kar kir, ev pêkanîna siyaseta koçkirina bi darê zorê û guhertina demografîk zelal dike, ev jî binpêkirina eşkere ya prensîbên qanunên mirovî yê navnetewî ye.

Êrîşê hovane yê ku îro li ser herêma Kurdistanê (Başurê Kurdistanê) bi hemû cureyên çekan pêk tîne, bi armanca tunekirina Partiya Karkerê Kurdistan û armanckirina Hêzên Parastina Gel (HPG) ye, ev binpêkirineke eşkere ye ji desthilata dewleta Îraqê ya ku endama Desteya Netewên Yekbûyî ye, ji bilî ku tirsekê li ser gelê heremên bi ewle çêdike, di wan êrîşan de sivîl li seranserî sînor ji Zirgan,Til Temir, Kobanê, Êyn Îsa, Minbic, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî bi drun û çekên giran têne hedefgirtin, ev beşek ji yek planî ye ku hedefa wê tinekirina destkeftiyê şoreşê ye û şikandina vîna gelanê ku bi proja demoqratîk, jiyana aştiyanê û biratiya gelan ku nûnertiya wê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî dike bawer kir.

Armanca girtina endamên Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) ku terora rêxistina DAIŞ li bajarê berxwedanê Kobanê têk birin û hebûna wî ya leşkerî li Baxozê bi dawî kirin, ji ber ku serkeftinên mezin bi dest xist û qurbaniyên nirx buha dan, ev bala cîhanê kişand û baweriya jin bi xwe ava kir, ronakbûneke fikrî ya civakî pêk anî ev weke tolhilandin ji bo ji nûve vejandina DAIŞ`ê bû da ku îradeya jina ku pêşengtiya Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bişkîne.

Kiryarên ku dewleta Tirk dike, dikeve asta sûcên dijminatiya du dewletên cîran û sûcên dijî mirovahiyê gerek ji aliyê civaka navnetewî were lêkolînkirin û sûcdar werin cezakirin.

Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bi erkên xwe yê niştimanî rabin gelê heremê vedxwînin hevgirtina li dijî armanc û niyetên dewleta Osmanî ya nû ku Receb Tayip Erdogan bi rê ve dibe ku ji bo wê artêşek nû ji komên çete yên surî ava kir. Da ku planê fitne, jihevxistin û dijminatiyê vala derxînin û ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin, ji ber sûcên li dijî mirovan û keviran binpêkirineke eşkere ya hevpeymanên ku di navbera Amerîka, Rûsya û dewleta Tirk de hatine îmzekirin. Em bang li rêxistinê jinên Sûrî, jinên Rojhilata Navîn, jinên navneteweyî û rêxistinê hiqûqî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin li hember kiryarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibe, ji sûc û binpêkirinê derheqê sivîlan ku  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wê tê kirin. Da ku zextê li dewleta Tirk bike ku dagirkeriya heremên Sûrî bi dawî bike û biryara (2254) ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê pêk bîne û ji pêvajoya veguherîna siyasî li sûrî amadekarî bêne kirin, qedexekirina belafirên şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ferzkirin, lêpirsîn di sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk tên kirin bê destpêkirin ji bo edalet pêk bê û misogeriya vegera ewle ji koçberan bi garantiya navdewletî bê kirin.”

Rêxistinên jinan ên beşdarî daxuyaniyê bûne ev in: Meclisa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Surî, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, Yekitiya Jinên Suyan, Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekitiya Jinên Ciwan, Mekteba Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk, Mekteba Jin a TEV-DEM, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Komîteya Jin a Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê, Komperatîfa Saoşka, Şebeket Qayîdat El-Selam, Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, Tevgera Hîlala Zêrîn û Weqfa Jina Azad.

 ANHA