Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke dewleta Tirk xist xwarê

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li eniya rojavayê bajêr droneke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker xiste xwarê.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke dewleta Tirk xist xwarê
27 nîsan, 2022   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku digel gera zêde ya balafirên bêmirov, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker saet di 06:00’an vê êvarê de li eniya rojavayê Minbic bi taybet li gundê Boxaz xiste xwarê.

Navendê da zanîn ku drone mayîn hilgirtibûn û hewl dida armancên diyar hedef bigirta, lê hêzên leşkerî ew xiste xwarê.

Di vê hefteyê de bi awayekî zêde balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li herêmê digerin ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin.

(fr)

ANHA