‛Li dijî êrişên qirkirinê yên PDK’ê û Tirkiyê divê gelê Kurd bibe yek’

Siyasetmedarên Kurd diyar kir ku xema PDK`ê berjewendiyên xwe pêk bîne, heta ku bi hevbeşiya dewleta Tirk a dagirker û li ser hesabê gelê Kurd be. Li ser vê yekê divê gelê Kurd li hemberî van êrişên qirkirinê yekitiya xwe ava bike.

‛Li dijî êrişên qirkirinê yên PDK’ê û Tirkiyê divê gelê Kurd bibe yek’
28 nîsan, 2022   03:31
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsanê ve bi hevbeşiya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Sedema vê yekê jî ew e ku tola binketina xwe ya 14`ê Sibata par a li Garê rake.

Piştî dewleta Tirk a dagirker 14`ê Sibata par li Garê bi bin ket, ji 17`ê vê mehê ve bi hevbeşiya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Piştî 3 rojan ji serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê re ku bi serokkomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan û serokê îstixbata wê Hakan Fîdan re civiya, dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişên qirkirinê kir.

Têkildarî mijarê siyasetmedar û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Silêman Hec Elî axivî û got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker,  PDK`ê di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, mînaka wê jî şerê li Garê û Avaşîn e."

'HILBIJARTIN NÊZÎK BÛNE… HEWCEDARÎ BI MÎSOGERKIRINA SERKEFTINÊ HEYE'

Hec Elî îşaret bi sedemên hişt dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûr bike û got: "Her wiha dewleta Tirk a dagirker di krîzeke hundirîn de ye û hewl dide bi rêya êrişên li dijî herêmên li derveyî erdnîgariya xwe vê aloziyê derxe derve, da ku serkeftinê mîsoger bike û bala gelê xwe bibe ser derve, nexasim ku hilbijartinên serokkomariyê nêzîk bûne."

Hec Elî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna Mîsaqî Millî û ev lê zêde kir: "Li Başûr û Mûsil û herêmên din dixwaze bi rêya avakirina baregehên leşkerî vê peymanê pêk bîne. Avakirina dewleta Tirk ji baregehên leşkerî re jî tê wateya mêtîngeriyeke nû."

Hec Elî anî ziman ku niha Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, ji ber ku baregehên leşkerî lê ava dike û hemû perspektîfên Tirkiyê li ser gelê Kurd pêk tîne.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê û li herêmên di bin kontrola PDK`ê, zêdetirî 40 baregehên leşkerî ava kirin.

'TÊKILIYÊN DÛR Û KÛR'

Silêman Hec Elî destnîşan kir ku PDK`ê berpirsa êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û wiha axivî: "Em PDK`ê ya girêdayî malbata Barzanî tawanbar dikin ku bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên dûr û kûr e, her wiha di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevkar e."

'HEWLDANA ÇEWISANDINA NASNAMEYA KURD E'

Hec Elî îşaret bi armanca nêzîkbûn û hevbeşiya di navbera PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker de kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji xurtkirina têkiliyên bi PDK`ê armanc dike şerê navxweyî di navbera kurdan de derxe û nasnameya kurdî biçewisîne. Di heman demê de PDK`ê jî dixwaze bi rêya serdestkirina aboriya welat û hikum berjewendiyên xwe pêk bîne."

Hec Elî bal kişand ser gendeliya di nava saziyên li Başûrê Kurdistanê de û ev lê zêde kir: "Malbata Barzanî aboriya welat bi rê ve dibe û malên gel jî derdixin derveyî welat. Her yek ji wan xwedî milyar dolaran in,  ev jî li ser hesabên gelê Başûr bi xwe ye."

Malpera American Prospect mal û milkên malbata Barzanî eşkere kir ku serokê Başûrê Kurdistanê Nêçrîvan Barzanî ji girîngtirîn muştereyên siyasî yên dîktetor ên şîrketa avahiya Withers e û pereyan ji walatên xwe didizin û li derve li ser navên hevjîn, xwişk, bira û xizmên xwe qeyd dikin.

300 mal û milk bi navê hevsera Nîçirvan Barzanî, xwişk, bira û xezmên wî hene, her wiha 288 mal û milk jî bi navê Salar Hekîm hevserê xaltîka wî û derdora 100 milyon dolar jî bi navê apê Nêçîrvan Barzanî heye.

Li gorî rapora wezareta Iraqê di demekê de ku gelê Başûr zor û zehemtiya debarê dikişînin û necar dimînin koçber bibin û noqî ava dibin, her wiha ji sedî 31 ji gelê Iraqê pir feqîr in û ji sedî 40 jî betal in.

'YEKKIRINA GOTIN, HELWEST Û PÊKANÎNA YEKITIYA GELAN'

Hec Elî ev li axaftina xwe zêde kir: "Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne, bi dewleta Tirk a dagirker re tevkar e, her wiha ji aliyê dagirkeriya Tirk çi li Rojava û çi li hundirê Başûrê Kurdistanê be ambargo li ser gelê Kurd ferz dike. Êdî hikumê li Başûrê Kurdistanê bûye malbatî."

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Silêman Hec Elî bang li tevahî gelê Kurdistanê kir ku li dijî dijminê doza kurdî, yekitiya xwe ava bike û enerjiya xwe ji bo armancên gelê Kurd bi kar bînin. Di heman demê de rê li pêşiya hewldanên dagirkirinê bigirin.

'TIRKIYE LI DIJÎ DOZA KURD E'

Endamê Komîteya Navenda ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî behsa êrişên artêşa Tirk a dagirker kir û got: "Artêşa Tirk a dagirker şerê Rûsya û Ukraynayê keysbaz dike da ku herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, lê li hemberî wê berxwedana gerîla hemû hewldanên wê têk birin."

Hisên Elî li ser tevkariya PDK`ê di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bêhêvîtiya xwe anî ziman û ev lê zêde kir: "Mixabin PDK’ê di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevkar e û gelek nuqteyên leşkerî radestî wê kirin."

Elî diyar kir ku armanac dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî parçeyên Kurdistanê şikandina vîna gelê Kurd û çewisandina nasnameya neteweyî ye, hemwextî vê yekê gelê Kurd hewl dide mafên xwe yên rewa bi dest bixin û li gorî berjewendiyên xwe sûdê ji qonaxa heyî wergirin. Dewleta Tirk a dagirker ji dewletên herî zêde li dijî doza kurdan disekine û rê li pêşiya pêşketina wê digire."

'HEVKARIYA PDK`Ê TÊ WATEYA ZÊDEKIRINA ÊRIŞAN Û HÊSANKIRINA TEVGERA DIJMIN'

Elî hişyarî li ser xeteriya tevkariya PDK`ê bi dijminê doza gelê Kurd re da û got, tevkariya PDK`ê bi artêşa Tirk re tê wateya zêdekirina asta êrişan û radestkirina herêman, her wiha hêsankirina liv û tevgera dijmin.

Di dawiyê de Hisên Elî îşaret bi girîngiya nêzîkbûn û tevkariya hêzên siyasî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir, ku di vê qonaxa hesas de ji bo doza kurdî gavan biavêjin.

(eh)

ANHA