Malbatên Şehîdan yên Mexmûrê: Em ê mil bi milê gerîla berxwedanê mezin bikin

Malbatên Şehîdan yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi gerîlayan re nîşan da û gotin, “Li rex şervanên azadiyê, mil bi milê gerîla em ê berxwedana rûmetê ya li Zap, Avaşîn û Metîna mezin bikin.”

Malbatên Şehîdan yên Mexmûrê: Em ê mil bi milê gerîla berxwedanê mezin bikin
27 nîsan, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên Şehîdan yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi gerîlayên têkoşîna azadiyê re dan diyar kirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Murad Roboskî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di demekî pir stratejîk re derbas dibin. Şerê man û ne manê li ser Kurd û Kurdistanê tê meşandin. Di nava vî şerê qirkirinê de tevahî hêzên hegemonîk, netew dewlet, bi taybetî dewleta faşîst hikumeta AKP-MHP û PDK jî cihê xwe digre. Dixwazin me qirbikin û tinebikin li hember vê yekê pêwîste di serî de malbatên şehîdan, tevahî gelê Kurd kesên demokrat li hember faşîzma qirker, mêtînger û kujer di demekê wisa de her yek ji me em bibin şervanên azadî û demokrasiyê. Ruh û qerekterê demê vê yekê ji me dixwaze. Plan û hesabên gelek qirêj li ser gelê Kurd, tevgera azadiya Kurd û destkeftiyên netewa Kurd û Kurdistanê heye. Ev hesab û planên qirêj bi tecrît û êşkenceya li Îmraliyê li ser Rêberê me tê meşandin bi hev ve girêdayî ye.

Weke malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd ger em di vê dema stratejîk de bi erk û mîsyonên xwe ne rabin, bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi zarokên xwe re bi hevre di nava şer û berxwedanê de ne meşînin, emê felaketên mezin jiyan bikin. bi vê zanistiyê em jiyan û çalakiyên xwe, li gor ruh û stratejiya şerê gel ê şoreşgerî rêxistin bikin. Em bikevin di nava çalakiyên bi çalak de.

Dem dema serhildan û berxwedanê ye. Êdî çalakiyên me yên pasîf têra pêvajoya heyî nake. Êdî ne dema daxuyaniyên şermezariyêye. Dem dema li hember wan serî rakirinê ye. Dem dema pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî ye. Em bi zarokên xwe re bi yek ruh û yek fikrê pêngava şerê gel ê şoreşgerî bilind bikin. Ji ber yekane rêya serkeftinê pêngava şerê gel ê şoreşgerî ye. Em weke malbatên şehîdan yên di vê oxirêde parçeyek ji canê xwe dayîn, emê heta dawî şopdarên Rêber Apo û li gel keç û xortên xwe cih bigrîn, emê têkoşînê bilind bikîn û mil bi milê gerîlyên xwe, dijminên dagirker, çete û xwefiroşan têk bibîn. Em heman helwest û heman seknê ji tevayî gelên azadîxwaz, demokrat û bi taybet ji malbatên şehîdên vê dozê dixwazîn. Weke malbatên şehîdan çawa lehengên me bi îradeyek xurt serî ne tewandin û bi qehremanî tevlî karwanên şehîdan bûn, em jî ti caran gav şûnde ne avêjin, çok na tewînin, li rexa şervanên azadiyê mil bi milê gerîla berxwedana rûmetê yên li Zap, Avaşîn û Metîna mezin bikîn û nirxên xwe yên pîroz bi parêzin. Em di wê baweriyê de ne ev têkoşîn wê serbikeve, wê têkçûn û windakirin ya dagirkerên Kurdistanê û xeta îxanetê be û wê serkeftin ya gelê Kûrd û şervanên vî gelî be.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bîjî berxwedana gerîla’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre îxanet’ bi dawî bû.