'Divê li hember êrişên dagirkeriyê çanda berxwedanê bê xurtkirin'

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê îşaret bi girîngiya xurtkirina çanda berxwedanê kir da ku li hember planên xeter ên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha teqez kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe.

'Divê li hember êrişên dagirkeriyê çanda berxwedanê bê xurtkirin'
27 nîsan, 2022   06:15
TEBQA- EBDUREHMAN EL-SALIH

Rewşenbîrên Tebqayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatiyên wê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Mehmûd Etiye di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û wiha axivî: "Em di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakurê Iraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xeteriyeke mezin dibînin. Divê gel çanda berxwedanê xurt bike."

Mehmûd Etiye wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji beriya çend rojan ve bi rêya hedefgirtina mirovahî û berxwedana li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya neteweya demokratîk hedef digire. Her tiştê mirovî û demokratîk ku li ser esasê projeya neteweya demokratîk hatiye avakirin, dike hedef. Ji ber ew li ser binegeha biratiya gelan e, sîstemên desthilatdar yên îdia dikin ku ew demokrat in vê projeyê li ser xwe wekî gef dibînin.”

Mehmûd Etiye destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide fikrên azad derb bike û wiha pê de çû: “Mînaka wê jî tecrîda fîzîkî ya li ser rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber belavkirina fikrê rêber Ocalan, li dijî sîstemên zordest û dîktator e.”

Têkildarî daxuyaniya ku akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb der barê êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê de dane, Etiye wiha anî ziman: "Ez tev li wan dibim. Di vê daxuyaniyê de peyamên rast ên hemû pêkhateyan li hember dozeke xeter ku dewleta Tirk dixwaze xaka wan dagir bike û gelê wê qir bike, heye. Di vî şerî de ne tenê gelê Kurd tê hedefgirtin, lê belê hemû gel û pêkhateyan hedef digire.”

Etiye di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî, hemû rewşenbîr û azadîxwazên li cîhanê kir ku li hember sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelên li Iraq û Sûriyê pêk tîne bisekinin, ji ber niyetên veşartî di siyaseta dewleta Tirk de li hember gelên herêmê û encamên wê yên xeter hene.

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Ehmed El-Esed îşaret bi xeteriya êrişên dewleta Tirk ên dawî kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk hewl dide Mîsaqî Millî pêk bîne û parçeyên ji her du welatan tev li xaka Tirkiyê bike û gelên wê qir bike, nasnameya wan tune bike û wan bike Tirk."

Ehmed El-Esed diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên li ser hemû herêman ew e ku projeya neteweya demokratîk li herêmê têk bibe û teqez kir ku hemû êriş her çiqasî li dijî wan zêde bibin dê ji projeya xwe paş de gav navêjin û dê dagirker bi bin bikevin.

Ehmed El-Esed jî dengê xwe tevlî dengê hin rewşenbîr û siyasetemdarên Ereb kir û got li gelek dewletên Ereban mîna Iraq, Lubnan, Misir û Yemen derket, di naveroka xwe de li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ne û wiha got: "Em rewşenbîrên herêma Tebqayê tev li xwestekên wan dibin. Ji ber xwestek yek e û ew jî redkirina hemû plan û kirinên ku dixwazin hevgirtina demokratîk têk bibin, nasname û çanda gelan qir bikin."

Ehmed El-Esed di dawiyê de bang li hemû azadîxwazan kir ku li hember vê dijminahiyê bi awayekî zelal û rast bisekinin, dengê rastiyê derxin û vê xeteriya li ser gelên neteweya demokratîk, rawestînin.

(bx)

ANHA