Îsraîlê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê kir-HATE NÛKIRIN

SOHR`ê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê li ser baregehên derdora Şamê de 9 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê hatine kuştin. Ajanseke fermî jî ragihand ku tenê 4 leşker hatine kuştin.

Îsraîlê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê kir-HATE NÛKIRIN
27 nîsan, 2022   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din Îsraîlê baregehên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê ku komên alîgirên Îranê û Hizbullah a Lubnanê jî tê de bi cih dibin yên li Sehnaya, çiyayê Sumeriyê yên nêzî Foca 100, çiyayê nêzî Balafirgeha Şamê, herêmeke di navbera Dumer û Qudisiya û herêma El-Keswê, bombebaran kirine.

Li gorî SOHR`ê, ji bilî zirarên madî yên mezin, di encama bombebaranê de 9 leşker hatine kuştin û 8 birîndar bûne. 5 ji kuştiyan ji nasnameyên sûrî ne û 4 din jî ji komên alîgirên Îranê ne û heta niha nasnameyên wan nehatine zanîn.

Çapemeniya nêzî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, ragihand ku duh bi şev derdora artêşa Îsraîlê ji aliyê Tibriya ve bi moşekan êrişî baregehên derdora Şamê kir.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku sîstema parastinê ya hewayî bersiva moşekên Îsraîlê da û hin jê rûxandin. Di encamê 4 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî jî çêbûn.

Artêşa Îsraîlê 15`ê Nîsanê baregehên leşkerî yên li başûrê rojavayê Şamê ku komên Îranê û ‘Artêşa Rizgariya Filistînê’ lê hene, kiribûn armanc.