ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 27-4-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 27-4-2022`YAN
26 nîsan, 2022   23:00

-Komîteyên Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya bi meclisa navçeya Dêrikê ya Qamişlo re dest bi amadekirina serjimariyeke fermî ji şêniyên navçe û gundewarên wê re dikin. saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li navçeya Qenayê ya rojavayê Kobanê li dar dixe. Saeta 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiyên kovedanê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê û gundewarê wê ya ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilata Sûriyê reşnivîsa Peymana Civakî nîqaş dike ku ji beşên civakê re naveroka wê şîrove bike. Ev civîna 4’an e li kantona Hesekê tê lidarxistin, dê te hemû meclis, komîn û saziyên navçeya Dirbêsiyê li navenda navçeya Dirbêsiyê amade bibin. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Srûiyê bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ne, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin û gefa dagirkirina herêmên din dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji bo xewna xwe û xewna hevalên xwe yên di nava QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pêk bîne tê koşiya. Di pêngava Gurzê Gelan de mirovahî ji çeteyên DAIŞ`ê parast. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Siyasetmedarên jin piştrast kir ku serdanên li pey hev ên Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re ne tenê dijminatiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, lê beşek ji plana Osmaniya nû ya tunekirina kurdan û têkbirina doza Kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên xwe û li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin û piştrast kir ku ev êriş şerekî nû li dijî neteweya demokratîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku hikûmeta Iraqê berpirsa derxistina tevliheviyan li Şengalê ye û got, "Ne ji berxwedana êzîdiyan û projeya Rêveberiya Xweser bûya, ala Iraqê li Şengalê nedihat hildan." . (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê îşaret bi girîngiya xurtkirina çanda berxwedanê kir da ku li hember planên xeter ên dewleta Tirk a dagirker biskinin. Her wiha teqez kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Aldar Xelîl, li ser liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê anî ziman ku li hemberî vê rewşê metirsî û fikarên gelê Rojava çêdibin. Her wiha bal kişand ser ku dibe hûkimeta Iraqê jî bi dagirkeriya Tirkiyê û PDK’ê re îtîfaq kiribe û got, “Em jî neçarin li dijî vê dorpêçe tedbîrên xwe bigirin.” (BI WÊNE)

JIN

- Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê, 33 zarok û 21 jin şehîd û birînda bûne. Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî diyar kir ku komîteya lêpirsînê rasterast dewleta Tirk a dagirker tawanbar nake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên ji pêkhateyên cuda yên Helebê da zanîn ku her çiqas zehmetî bi ser wan de werin jî tu tişt nikare wan ji hev dûr bixe, lê belê yekitî û asta têkoşîna li hember siyasetên hikumta Şamê xurt dike û got, "Em ê bi hevgirtin û yekitiya xwe alozî û zehmetiyan derbas bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Şîrovekarê siyasî yê iraqî Selah Bûşî, diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi awayekî bêserûber, bi rêya hebûna xwe ya leşkerî ya nerewa li ser xaka Iraqê destwerdanê li karûbarên Iraqê bike, lê gelê Iraqê vê yekê qebûl nake.(BI WÊNE)

ANHA