Li kampa Newroz êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin

Koçberên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî li kampa Newroz a li bajarê Dêrikê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Li kampa Newroz êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin
Li kampa Newroz êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin
Li kampa Newroz êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin
Li kampa Newroz êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin
Li kampa Newroz êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin
26 nîsan, 2022   19:51
QAMIŞLO

Yekîtiya Jinên Ciwan li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re meşek li dar xist.

Di meşê de meşale hatin rakirin û siloganên şermezarkirina îxaneta PDK’ê hatin berzkirin.

Meş ji kampa Newroz dest pê kir, ber bi gundê Bana Qesrê yê herêma Beravê ya Dêrikê ket rê.

Kesên beşdarî meşê bûn, meşale rakirin û pankartên "Na ji Xiyanetê re " hildan. Meş li gundê Bana Qesrê veguherî mîtîngê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Yekitiya Jinên Ciwan li kampa Newroz Emîne Hiso daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina Şengal, her wiha bêdengiya civaTa navneteweyî hatin şermezarkirin.

Her wiha hat gotin ku ciwan û koçberên Serêkaniyê piştgirî didin QSD'ê û HPG'ê.

Mîtîng bi berzkirina siloganên şermezarkirina êrişan û silavkirian berxwedana gerîla bi dawî bû.

(şt)

ANHA