​​​​​​​Di nava 4 mehan de 33 zarok û 21 jin şehîd û birîdar bûne

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê, 33 zarok û 21 jin şehîd û birînda bûne. Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî diyar kir ku komîteya lêpirsînê rasterast dewleta Tirk a dagirker tawanbar nake.

​​​​​​​Di nava 4 mehan de 33 zarok û 21 jin şehîd û birîdar bûne
27 nîsan, 2022   03:29
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Artêşa Tirka  dagirker û çeteyên wê ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve, hema bêje rojane êrişî navçeyên Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê û navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya dagirkirî dikin.

Êrişên dagirkeriyê ji destpêka 2022'an ve li ser gundên tije şênî yên nêzî eniyên şer zêde bûne. Ji ber van êrişan di nav de jin û zarok şehîd û birîndar çêbûne. Her wiha ziyanên mezin gihiştin mal û milkan.

Li gorî belgeyên fermî ku ajansa me bi dest xistiye, ji destpêka îsal ve  ji ber êrişên li ser her sê navçeyên navborî, 9 zarok şehîd bûne, 24 jî birîndar bûne, her wiha 21 jin şehîd û birîndar bûne.

LI ZIRGANÊ JI MALBATEKÊ 4 ZAROK BIRÎNDAR BÛN

Di encama êrişeke artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Esediyê yê navçeya Zirganê, ji malbatekê zarokên bi navê Berai Mehmûd El-Zahir (16), Nercis Mehmûd El-Zahir (15), Şifeq Mehmûd El-Zahir (9) û meriva wan Înas Ismaîl El-Xelef (17) birîndar bûn.

23 ZAROK Û 21 JIN ŞEHÎD Û BIRÎNDAR BÛN

Li Til Temirê jî, ji ber topbarana li ser gundê Um El-Xêr jinek şehîd bû.

Di heman demê de ji ber topbarana rojane ya li ser Eyn Îsa û gundewarên wê 23 zarok şehîd û birîndar bûne, hin zarok lingên wan qut bûne.

Her wiha  derdora20 jin şehîd û birîndar bûn.

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku ji dema îmzekirina peymanên agirbestê di navbera dewletên garantor û dewleta Tirk a dagirker de, êrişên dagirkeriyê nesekinîne û got: "Piraniya qurbaniyan jin û zarok in ku gundên wan li eniyên şer in. Ew gund her roj tên topbarankirin, ji ber wan êrişan jî bi dehan malbat koçber bûne."

BÊDENGIYA XWE DIPARÊZIN

Evîn Cûma destnîşan kir ku li ber çavê hêzên navneteweyî û dewletên garantor yên li herêmê, ev sûc û binpêkirin li dijî welatiyan têne kirin û got: "Her kes li hemberî van binpêkirinan bêdeng in."

Evîn Cûma diyar kir ku ew tevahî sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge dikin, her qurbaniyek jî belgeya wî cuda ye û wiha dom da axaftina xwe: " Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê van belgeyan radestî rêxistinên hiqûqî û dadgehên navneteweyî dikin da zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku sûcên xwe bisekinînin û hesab ji sûcdaran bê xwestin."

Evîn Cûma her wiha destnîşan kir ku dosyayên ku têne belgekirin ên qurbaniyên şer in, tê de raporên bijîşkî jî hene ku rewşa birîndar îsbat dike û ji navendên dermankirinê re têne şandin. Evîn Cûma da zanîn ku di van dosyayan de tê diyarkirin ku dewleta Tirk û komên "Opozîsyona Sûriyê" niştecihên ewle yên di mala xwe de dikin hedef.

Têkildarî dosyayan, Evîn Cûma wiha got: "Ev dosya ji komîteyên şopandina rastiyan a navneteweyî re tên şandin. Ruxmî astengî û zehmetiyên qanûnî yên derbarê mekanîzeya gihandina wan dosyayan ji dadgehan re û mekanîzmeya qebûlkirina wan ji ber ku dosyayên ferdî ne, em hewl didin wan bigihînin dadgehên navneteweyî."

"KOMÎTEYÊN LÊPIRSÎNÊ DEWLETA TIRK SÛCDAR NAKE"

Evîn Cûma diyar kir ku Komîteyên Lêpirsîna Rastiyan dewleta Tirk a dagirker rasterast tawanbar nake û got: "Ew dosya û belgeyan di raporên xwe yên asayî de qeyd dikin, êrişan şermezar dikin, lê dewleta Tirk a dagirker weke tawanbar nabînin. Rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ji destwerdan û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê bê deng in, ev yek dihêle ku hemû alî binpêkirinên xwe dewam bikin."

Evîn Cûma anî ziman ku pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareseriyeke piratîk heye.

Evîn Cûma bang li civata navneteweyî kir ku hebûna dewleta Tirk li Sûriyê weke dagirkerî bibînin û wê li ser sûcên kiriye ceza bike û wiha pê de çû: "Kiryarên dijminane yên Tirkiyê pêk tîne û derbasbûna wê xaka Sûriyê eşkere dagirkerî ye. Divê ev yek di qada navneteweyî de were naskirin û ji ber sûcên şer ku li dijî sivîlên sûrî yên ewle yên li ser xaka xwe hesab jê were xwestin."

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma bang li rêxitinên hiqûqî û hêzên navneteweyî yên di dosya Sûriyê de çalak in kir ku dawî li aloziya Sûriyê bînin, hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derxînin û ji bo pêkanîna edaletê ji qurbaniyan re  sûcdarên şer ceza bikin.

(şt)

ANHA