Li Dêrikê dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû

Li Dêrikê dewreya perwerdeyê ya hemşîretiyê ya 22 endaman bi şahiyekê bi dawî bû.

Li Dêrikê dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê bi dawî bû
26 nîsan, 2022   15:40
QAMIŞLO

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê ji bo 22 endaman dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê vekiribû. Dewreya perwerdeyê ku 50 rojan dewam kir bi çavdêriya taximên tenduristiyêyên Nexweşxaneya Gel a Dêrikê hate vekirin. Di dewreyê de waneyên teorîk û pratîk li Nexweşxaneya Gel (Wetenî) hatin dayîn.

/ar/uploads/files/2022/04/26/140851_2022-4-26-drk-dercupa-dewra-tibi-28129-.webp

Di şahiya qedandina dewreyê de, xebatên nexweşxaneya gel û endamên Komîteya Tenduristiyê ya Dêrikê amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/26/140934_2022-4-26-drk-dercupa-dewra-tibi-2821485830229-.webp

Di şahiyê de endama Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Dêrikê Eyşe Ubeyd û rêveberê Nexweşxaneya Gel Dr. Qasim Xelef, qedandina dewreyê li endaman pîroz kirû hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Piştî axaftinan bawernameyên derçûnê hatin belavkirin.

Çavdêriyê dewreyê yê di Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê de Cegerxwîn Teqreq li ser dewreyê got: "Ev dewre bi çavdêriya gelek kadroyên tenduristiyê yên li herêmê hate vekirin. 50 rojan dewam kir. Di nava 20 rojan waneyên pratîkî hatin dayîn û  mehekê semînerên teorîk hatin dayîn. Encamên wê erênî bûn."

Cegerxwîn Teqreq diyar kir ku endaman waneyên pratîkî  di beşên destwerdana lezgîn, hundirîn û zarokan ên li nexweşxaneyê de dîtin. Her wiha diyar kir ku pêwîstiya nuqteyên tenduristiyê û nexweşxne bi hemşîreyan heye.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê wê 28'ê Nîsanê heta 20'ê Gulan deriyê tomarkirina navan ji bo perwerdeyeke nû veke.

ANHA