Bertekên li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin

Meclisa Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê êrişên qirker ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin.

Bertekên li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin
26 nîsan, 2022   15:15
HELEB

Meclisa Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên bi hevkariya hikûmeta Kazimî yên li ser Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê berdevka meclisê Fatma Îbo û endama meclisê Bêrîtan Cidan ve bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin.

Daxuyanî li navenda meclisê li Rojavayê taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna bi dehan endaman hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:  "Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe hewl dide destkeftiyên gelê me têk bibe. Vê dawiyê êrişî nuqteyên gerîlayan ên li Başûrê dike. Di van êrişan de çekên pêşketî û yên giran bi kar tîne. Beşdarbûna PDK'ê jî di van êrişan de aktîv e ku destê wê di rijandina xwîna bi dehan gerîlayên Kurd de heye."

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê hatin kirin û wiha hate domandin: "Ji bo pêkanîna êrişan li ser Şengalê û têkbirina îradeya gelên me lihevkirinên veşartî bi hikumeta Kazimî re hatine kirin."

Her wiha bang li tevahî Kurdan hat kirin ku seferberî ragihînin, êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar bikin.

Meclisê bang li hêzên siyasî yên Kurdistanî kir ku derbarê Şengalê de berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û got: "Heger aloziyeke li Şengalê derkeve dê bandorê li tevahî parçeyên Kurdistanê bike. Armanca dewleta Tirk û hevkarên wê dorpêçkirina Rojava û qutkirina Kurdistanê ji hev e."

Meclisa Jinê piştgiriya xwe bi şêniyên Şengalê re nîşan da û got: "Em her kêlî, di xendeqekê de bi we re ne. Em mîrateyên şehîdên xwe û destkeftiyên wan ji zalimên faşîst ên toranî biparêzin û xewna dîrokî ya gelê Kurd di azadî û diyarkirina çarenûsê pêk bînin."

Her wiha bang li hezkiriyên mirovahiyê hate kirin ku bi hawara xelkê Şengalê ve biçin, rê nedin ku fermanên nû li dijî wan pêk werin.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin û hate gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku wekî her car wê îradeya gerîla bi ser bikeve."

Daxuyanî bi berzkirina siloganên " bijî berxwedana gerîla, şehîd namirin" bi dawî bû.

(şt)

ANHA