​​​​​​​Li Hewlêrê li dijî êrişên dagirkirinê çalaliyek hate lidarxistin

Li Hewlêrê xwepêşandanek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de banga derxistina  artêşa Tirk ji Başûr hate kirin.

​​​​​​​Li Hewlêrê li dijî êrişên dagirkirinê çalaliyek hate lidarxistin
26 nîsan, 2022   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu), Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurd li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Hewlêrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê tevî astengiyan xwepêşandan pêk hat. Gelek kes tevlî xwepêşandanê bûne.

Di xwepêşandanê de, dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan”, “Derkevin li ser xaka me”, “Li ser xaka xwe li dijî stemkariyê ne”, “Bakûr, Başûr, Rojhilat yek armanc û yek xebat”, “Erdogan, Erdogan, stemkarê bêwijdan” û “Artêşa Tirk a dagirker ji Kurdistanê derkeve” hatin berz kirin.

Di serî de hêzên PDK’ê hewl dan pêşî li xwepêşandanê bigirin û êrişî çalakgeran kirin. Herwiha telefon ji rojnamegeran stangin. Lê, çalakgeran guh nedan astengiyan û xwepêşandan kirin.

Çalakgeran bi yek dengî bi dirûşmeyan banga derxistina artêşa Tirk a dagirker a li ser xaka Kurdistanê kirin.

Her wiha ragihandin ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşî li êrişên dewleta Tirk bigire û bi vê armancê daxwaznemeyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin.