Çeteyên DAIŞ`ê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê kirin

Çeteyên DAIŞ`ê êriş birin ser baregehên hêzên hikumeta Şamê yenli çolistana rojhilatê Humsê. Li aliyê din, balafirên şer ên Rûsya di çend saetên borî de li çolistanên Hums û Reqayê nêzî 20 êriş pêk anîn.

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê kirin
26 nîsan, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî baregehên hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê êrişeke nû pêk anîn. Li gorî SOHR`ê, çeteyên DAIŞ`ê baregehên hikumetê yên li gundê El-Xiwêliyê yê li çolistana rojhilatê Humsê hedef girtin. Derbarê kuştî û birîndaran de heta niha agahî negihaştine ber dest.

Di kêmî 30 saetan de, ev êrişa 4`emîn a çeteyên DAIŞ`ê li ser çolistana Sûriyê ye.

Li aliyekî din, balafirên şer ên Rûsya di saetên borî de li çolistana Hums û Reqayê nêzî 20 êriş pêk anîn. Bi van daneyan, ji destpêka Nîsanê ve balafirên şer ên Rûsya li dijî herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistanê, nêzî 490 êriş pêk anîne.

(cx)