​​​​​​​Çeteyan li Bilbilê 75 darên zeytûnê birîn

Çeteyên Lîwa El-Şemal ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê 75 darên zeytûnê birîn.

​​​​​​​Çeteyan li Bilbilê 75 darên zeytûnê birîn
26 nîsan, 2022   08:37
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Bilbilê, çeteyên Lîwa El-Şemal ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gunê Zerê yê navçeya Bilbilê 75 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Osman Xelîl birîne.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan dar kirin êzing û kirine depoyên xwe yên li navçeyê da ku piştre bifiroşin derveyî herêmê.

(şx)

ANHA