​​​​​​​Artêşa Lîbyayê êrişeke çeteyên DAIŞ`ê têk bir

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku êrişeke çeteyên DAIŞ`ê li herêma Xedwa ya başûrê Sebhayê têk biriye.

​​​​​​​Artêşa Lîbyayê êrişeke çeteyên DAIŞ`ê têk bir
26 nîsan, 2022   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên artêşê duh êvarê êrişa çeteyên DAIŞ`ê li herêma Xedwa ya başûrê Sebhayê têk bir.

Artêşa Lîbyayê di daxuyaniyekê de ku li ser Facebookê belav kiriye, wiha da zanîn: “Operasyona leşkerî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêma Xedwa çend saetan dom kir. Yekîneyên leşkerî herêm bi temamî dorpêç kir û dest bi lêgerînê kir da ku çeteyên mayî bigire.”

Li gorî tora Rûsya El-Yewm, hêzên artêşê gelek teqemenî û telefon di erebeyên çeteyan de desteser kirine. Hat diyarkirin ku di nav koma çeteyan de berpirsê teqemeniyan serçeteyê tunisî Hîşam Bin Haşimî jî heye. 

(şx)