Di êrişa DAIŞ'ê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li bejahiya rojava ya Dêrazorê, di êrişa çeteyên DAIŞ'ê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞ'ê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
25 nîsan, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand li derdora zeviyên petrolê yên Xerata ku dikeve bejahiya rojava ya Dêrazorê, di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî baregeha Firqeya 17’an û ‘Koma Qatircî’ de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Hemwextî vê êrişî, li bejahiya Xanim El-Elî ya li rojhilatê Reqayê, şerên giran di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikumeta Şamê de derketin.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka 2022'yan ve 179 kes hatine kuştin, ji wan 95 DAIŞ'î ne ku di derbeyên balafirên Rûsyayê yên li bejahiya Himus, Suweyda, Hema, Reqa, Dêrazor û Helebê de hatin kuştin. Her wiha 84 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê ne ku di 32 êrişên DAIŞ'ê yên li rojavayê Firatê, bejahiya Dêrazor, Reqa, Himus, Suweyda, Hema û Helebê de hatine kuştin.

Ji destpêka Nîsana 2022'yan de balafirên Rûsyayê derdora 470 derbe li herêmên cuda yên DAIŞ lê belav e, pêk anîn.