Ji Cotmeha 2019'an de di êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de 60 şehîd û birîndar

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cotmeha 2019'an û vir de yên li Eyn Îsa û Girê Spî de 60 welatî şehîd û birîndar bûn.

Ji Cotmeha 2019'an de di êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de 60 şehîd û birîndar
25 nîsan, 2022   09:22
KOBANÊ

Di êrişa duh a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê de welatiyê bi navê Hemûdî Elî Osman şehîd bû û Mihemed Eyûb (60) birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku ajansa me belge kirine, ji Cotmeha 2019'an anku ji dema dagirkirina Girê Spî ve, di êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de 60 welatî şehîd û birîndar bûne. Ji wan 24 zarok birîndar bûn û 9 şehîd bûn.

Êrişên dagirkeran ên li ser herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê şevê din gundewarên rojava û rojhilat ên Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî topbaran kirin. Topbaranê heta saetên sibehê dewam kir.

ANHA