Li Êrîvanê Kurd û Ermenan qurbaniyên Komkujiya Ermenan bi bîr anîn

Duh li paytexta Ermenistanê Êrîvan qurbaniyên Komkujiya Ermenan ku di 24’ê Nîsana 1915’an de ji aliyê dewleta Osmanî ve pêk hatiye, hatin bibîranîn.

Li Êrîvanê Kurd û Ermenan qurbaniyên Komkujiya Ermenan bi bîr anîn
25 nîsan, 2022   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Ermenistanê Êrîvan bi boneya salvegera Komkujiya Ermenan a di 24’ê Nîsana 1915’an de pêk hatiye, meresima bîranînê hate lidarxistin. Saziyên Kurdan yên li Ermenistanê û Kurd beşdarî meresimê bûn. Bi hezaran kes li qada bêjêr li hev civiyan û heta qada Tsitsernakabertê meşiyan. Li vir qûrnefîl û çeleng danîn cihê agirê bîranînê.

Di meresima bîranînê de li ser navê saziyên Kurdan Silo Dirboyan, Îla Tovmasyan û Endamê Meclîsa Gel Şêx Tahir axivîn û gotin, em weke sazî û rêxistinên Kurdan yên li Ermenistanê êşa gelê Ermenî parve dikin û komkujî şermezar kirin.

Di axaftinan de hate diyar kirin ku di sala 1915’an de gelê Ermen hatin qetilkirin û niha jî bi destê heman qirkeran Kurd têne qetilkirin.

Di bîranînê de êrîşên dagikirinê yên li ser Rojava, Şengal û Başûr jî hatin şermezarkirin û xiyaneta PDK’ê hate nehletkirin.