Balafirên Rûsyayê baregehên çeteyan ên li Efrînê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê şeva din baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Burc Heyder ê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê baregehên çeteyan ên li Efrînê bombebaran kirin
25 nîsan, 2022   06:52
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyan girtine, balafirên şer ên Rûsyayê şeva din baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Burc Heyder ê navçeya Şêrawa yê Efrînê bombebaran kirin. Agahiyên der barê encamên bombebaranê de nehatin bidestxistin.

Her wiha li asîmanê gundewarên rojava û bakurê Helebê tevgera balafirên şer ên Rûsyayê hebû.

 (eh)

ANHA