​​​​​​​Nivîskar, siyasetmedar û pisporên Ereb: Divê rê li ber Tirkiyê were girtin

Nivîskar, siyasetmedar û pisporên Ereb, der barê xeteriya dewleta Tirk  a li ser welatên Ereb bi taybet li ser Iraq û Sûriyê de hişyarî da û gotin: "Dewleta Tirk sûd ji şerê li Ukrayanayê digire û hewl dide wan her du welatên Ereb dagir dike." Her wiha bang li Kurd û Ereb kir ku li dijî planên Tirkiyê helwesteke hevpar bidin.

​​​​​​​Nivîskar, siyasetmedar û pisporên Ereb: Divê rê li ber Tirkiyê were girtin
25 nîsan, 2022   03:08
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Gelek akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb, der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de di bin navê "Berxwedana gelê Kurd û gerîlayan dê hişmendiya toranî ya Erdogan têk bibe" de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Kerkûk û Şengalê dest bi êrişên dagikirina Başûrê Kurdistanê kiriye û dixwaze Iraq û Sûriyê parçe bike.

'DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK AŞTÎ Û YEKPERÇEYA SÛRIYÊ Û IRAQÊ DIXE XETERIYÊ'

/kr/uploads/files/2022/04/24/200251_-.webp

Siyasetmedar û nivîskarê iraqî Satii Racî ji ajansa me re axivî û got, destwerdanên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk ên li dewletên cîran ên erebî, yekperçeya Sûriyê û Iraqê û tecrubeya herêma Kurdistanê ku wekî yekem statûya siyasî ya kurdî tê naskirin, dixe xeteriyê.

Racî diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ne tenê li ser Iraq û Sûriyê ne, lê belê gihiştine Lîbyayê jî û got: "Ev êriş aramiya welatên erebî dixe xeteriyê, nabe bi hinceta PKK'ê êriş bike. Divê Tirkiyê bêyî ku ziyan bide aramî û ewlehiya herêmî, pirsgirêkên xwe bi awayekî aştiyane çareser bike."

Nivîskarê iraqî anî ziman ku ew li bende ne ku welatên Ereb bi rêya Komkara Erebî yan jî bi rêya koordîneyekê di navbera dewlatan de nameyeke eşker bidin Tikiyê û bêjin, ev kiryar  yekitî û silametiya welatên ereban dixwe xeteriyê û ev nayê qebûlkirin.

Her wiha bang li welatên Ereb kir ku hewlest nîşan bidin û got: "Divê ragihandina erebî balê bikişîne ser xapandinên dewleta Tirk ên der barê dosyayên îslamî, di nav de doza Filistînê. Dewleta Tirk xwe weke parêzerê misilman û doza Filistînê nîşan dide, lê di dijminatiya welatên Ereb de hevkara Amerîka, Îsraîl û NATO'ye."

Nivîskarê iraqî Satii Racî di dawiyê de diyar kir ku dûbarebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Iraq û Sûriyê dê di dawiyê de hebûneke leşkerî ya daîmî ya Tirkiyê bisepîne, demografiya herêmê biguherîne û berjewendiyên aborî xurt bike û got: "Dê li hin cihan hebûna xwe ava bike û gefeke mayînde li ser welatên Ereb çêbike."

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDAN ŞEREKÎ QIRKER DIDE MEŞANDIN, ROLA PDK'Ê NEYÎNÎ YE'

/kr/uploads/files/2022/04/24/200321_-.webp

Li aliyê din nivîskar û rojnamevanê misirî, Welîd El-Rimalî got, êrişên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewama xeta mêtîngeriya Tirkiyê ye ku Erdogan bi rêya wê dixwaze serdema dewleta Osmanî vegerîne, cihên ku dagir dike jê dernakeve, beriya niha gelek caran rayedarên dewleta Tirk ev yek piştrast kirine.

El-Rimalî ji ajansa me re got, hinceta dewleta Tirk ku dibêje çalakiyên leşkerî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêk tîne, derew e û got: "Ya ku dewleta Tirk dike şerekî berfireh e ku digihêje asta qirkirina kurdan li her derê, heger niha li Iraq be, beriya wê Sûriyê û heta Bakurê Kurdistanê bû."

Rojnamevan û nivîskarê misirî  bal kişand ser berxwedana ciwanên Kurd a li dijî tank, top, çekên qedexekirî û balafirên dewleta Tirk  û ev tişt anî ziman: "Tişta ku mirov pê xemgîn dibe, rola neyînî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, ku li dijî hêvî û xewnên Kurdan hevalbendekî stratejîk ê dewleta Tirk e."

El-Rimalî derbarê xeteriya vê hevkariyê de hişyarî da û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Beriya çend salan komkara Erebî hişyarî ji destwerdana dewleta Tirk ên li dewletên herêmî da. Dema ku Tirkiyê bi biryara yekalî û bêmafî ya Amerîkayê bakurê Sûriyê dagir kir, Komkara Ereb komîteyek ji bo şopandina van destwerdanan ava kir. Komkara Erebî êrişên niha yên li ser serdestiya Iraqê şermezar kirin."

'TIRKIYÊ DIXWAZE SÛD JI ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ BIGIRE Û HIN HERÊMÊN SÛRIYÊ Û IRAQÊ TEV LI XWE BIKE'

/kr/uploads/files/2022/04/24/200308_-.webp

Hiqûqnas û çalakvanê siyasî yê lubnanî yê ermenî Hamo Moskivyan got: "Di van demên zehmet û aloziyan de ên ji ber şerê li Ukraynayê, dewleta Tirk hewl dide sûdê ji nakokiyên siyasî û leşkerî yên li cîhanê wergire û plana êrişeke nû, qikirineke nû, sûcên nû li dijî gelên Rojhilata Navîn dike."

Her wiha got, dewleta Tirk xwe weke kevoka aştiyê ya cîhanê nîşan dide, lê ew şeytanê şer e.

Moskiviyan anî ziman: "Em û hemû têkoşer, nivîskar, rojnamevan û ramyarên Ereb, Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelan şermezar dikin. Her wiha hemû hewldanên Tirkiyê yên qutkirina herêmên derdorê û hewldanên kûrkiria şerê nû li welatên Qafqasya û welên din şermezar dikin."

'DIVÊ KOMKARA EREBÎ XWEDÎ HELWESTEKE CIDÎ BE'

/kr/uploads/files/2022/04/24/200231_-.webp

Di heman çarçoveyê de pisporê leşkerî yê ji Yemene, sertîp Cemîl El-Miemerî got: "Çi welatê ku dewleta Tirk destwerdan lê dike, weke Sûriyê, Lîbya û Yemenê, li wir kesên xirabker tên avakirin, dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe."

El-Miemerî ji ajansa me re got: "Me beriya niha ev kiryar şermezar kir, em hêvî dikin ku li dijî walatên derdorê yên bi Îsraîl û Amerîkayê re hewl didin aramiya herêmê têk bibin helwest nîşan bidin. "

El-Miemerî li dijî dewleta Tirk banga helwesteke hevpar kir û wiha domand: "Divê birayên me yên Ereb ên li Sûriyê bi koordîneya bi birayên Kurd ên li Kurdistana Iraqê helwesteke hevpar nîşan bidin, ji ber ku êriş çi li Sûriyê be yan jî li Iraq be her tim li dijî herêman Kurdan in."

Pisporê leşkerî yê yemenî di dawiyê de bang li komkara Erebî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bê deng nemînin û li dijî kiryarên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

(şt)

ANHA