Nûnerekî PDK`ê: Divê hikumeta Iraqê li dijî YBŞ`ê hêza leşkerî bi kar bîne

Nûnerekî PDK’ê li ser malpera fermî ya partiya xwe daxuyaniyek belav kir û tê de bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî YBŞ û YJŞ`ê hêza leşkerî bi kar bîne.

Nûnerekî PDK`ê: Divê hikumeta Iraqê li dijî YBŞ`ê hêza leşkerî bi kar bîne
24 nîsan, 2022   10:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê PDK’ê yê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, Lîwa Ebdulxaliq Tilet, bi daxuyaniyekê ku li ser malpera fermî ya partiya xwe nivîsandiye got, pêwîste lihevkirina 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê were bicihanîn. Berpirsê PDK’ê îdia kir ku ‘rewşa Şengalê di warê ewlehiyê de gelek xirabe.’

Berpirê PDK’ê di axaftina xwe de Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) wek ‘Milîşia’ bi nav kir.

Ebdulxaliqê PDK’yî got: “Li Şengalê hinek hêzên çekdar hene, ger ev hêz ji Şengalê dernekevin, pêwîste hikumeta Iraqê li dijî wan hêza çekdarî bikar bîne û wan ji Şengalê derxe.”

Daxuyaniya vî berpirsê PDK’yî di demekî de ye ku zêdetirî hefteyeke dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi êrişek dagirkeriyê kiriye. Her wiha li Şengalê jî PDK`î bi hevkariya hikumeta Kazimî û dewleta Tirk alozî û tevliheviyan derdixe.

Her wiha Endamê Polîtbûroya PDK’ê Huşyar Zêbarî yê ku ji ber diziyê namzetiya wî ji bo serokomariya Iraqê nehat pejirandin, şeva 22’yê Nîsanê li ser twîttera xwe PKK’ê wek ‘Terorîst’ bi navkiribû. Lê ji ber nerazîbûneke mezin li dijî wî hat nîşandan, neçar ma wê peyama xwe rake.