Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê zêde dibin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku çiqasî dewleta Tirk a dagirker rêbazên qirkirinê bimeşîne vîna gerîla û gelê Kurd naşikê. Her wiha bang li PDK`ê kir ku ji siyaseta xwe ya pê xizmeta dewleta Tirk a faşîst dike, vegere û destkeftiyên şehîdan biparêze.

Bertekên li dijî dagirkerî û xiyanetê zêde dibin
24 nîsan, 2022   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 17`ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. 23`yê Nîsana par jî li heman herêman êrişî Hêzên Parstina Gel (HPG) kir, lê tevî ku artêşa Tirk çekên giran, kîmyewî û di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar anîn, derbeyên giran xwarin.

Ev êriş piştî 3 rojan ji hevdîtina serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokê îstixbarata Tirk Hakan Fîdan re pêk hat.

DÊRIK

Têkildarî mijarê şêniyên Dêrikê hevkariya PDK`ê bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar kir.

Welatiya bi navê Wesfa Mûrad anî ziman ku ev ne cara yekemîn e, PDK`ê destekê dide dewleta Tirk a dagirker û li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê plan û komployan pêk tîne  û got: "Ev êriş ne ya yekemîn e û wê ne jî ya dawîn be. Tevî ku artêşa Tirk axa Başûr dagir kiriye, lê PDK`ê tu helwest nîşan neda û hîn zêdetir dijminatiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir."

Wesfa Mûrad diyar kir ku divê PDK`ê dev ji siyaseta xwe ya ku xizmeta dewleta Tirk a faşîst dike, berde, vegere refa kurdistaniyan û destkeftiyên şehîdên li her çar parçeyên Kurdistanê, biparêze.

Welatiyê bi navê Ridwan Omer jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevbeşiya PDK`ê yên li dijî Herêmên Paratinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Divê PDK`ê dev ji dijminatiya xwe ya li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê berde, ji ber ku dijminê gelê Kurd di dîrokê de bi hewldanên têkbirina hebûn û nasnameya gelê Kurd hatiye naskirin."

Omer destnîşan kir ku şerê navxweyî xizmeta dijminê gelê Kurd dike û bang li PDK`ê kir ku ji kiryaran dûr keve ku xizmeta gelê Kurd û nasnameya wî ya dîrokî nake û piştgiriya birayên xwe yên gerîla bike ku ji bo parastina doza kurdî bi hezaran şehîd dane.

HELEB

Malbatên gerîla anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi hevbeşiya PDK`ê dê nikaribe Tevgera Rizgariya Kurdistanê tesfiye bike û gotin: "Gerîla hêza xwe ji vîna gel digire."

Heyat Şêxo dayika gerîlayekê ye êrişên domdar ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ne ji îro û duh ve ne, lê belê senaryokeke dubarekirî ye.

Heyat Şêxo îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe ji ber ku xeteriyekê li ser xwe dibîne û destnîşan kir ku tevgera rizgariyê ji bo bidestxistina mafên gelê bindest û parastina Kurdistanê şer dike.

Heyat Şêxo ev li axaftina xwe zêde kir: "Di demekê de ku gerîla hewl dide doza Kurd bi ser bixe, PDK`ê xeta xiyanetê didomîne û di têkbirina gerîla de piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike."

Heyat Şêxo di dawiyê de daxuyand ku çiqasî dewleta Tirk a dagirker rêbazên qirkirinê bide meşandin jî, nikare vîna gelê Kurd û gerîla bişkîne û ger ne ji gerîla bûya dê PDK`ê têk biçûya.

'NE MUMKINE GERÎLA TÊK BIÇE'

Bavê şehîd Dîrok, Emîn Mihemed axivî û got, hemû rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca binxistina gerîla dê têk biçin.

Emîn Mihemed bi domdarî got: "Şerê dijmin me xemgîn nake, lê tişta hêrsa me radike dijminatiya PDK`ê li dijî gelê Kurd e ku bi artêşa Tirk a dagirker re êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike."

Emîn Mihemed diyar kir ku gelê Kurd hêza xwe ji gerîla digire û wiha dewam kir: "Tirkiye baş dizane ku gerîla têk naçe, ji ber ku gel piştgiriyê wan dike û ne mûmkin e ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk biçe."

Emîn Mihemed îşaret pê kir ku divê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK`ê xeta berxwedanê bişopînin û bingeh bigirin û got: "Bi şopandina xeta şehîdên xwe û berxwedê em ê ser bikevin û dijmin têk bibin. Ji ber ku em mafdar in û xwedî îrade ne, em wekî hinekan,  li pey berjewendiyên kesayetî nakevin."

'GERÎLA ZAROKÊN ME NE Û EM Ê PIŞTGIRIYA WAN BIKIN'

Dayika şehîd Hemze, Fatme Hesen got: "Gerîla zarokên me ne, em dev ji wan bernadin û heta ku bi ser dikevin em ê piştgiriya wan bikin. "

Girêdayî heman mijarê Welîd Ehmed Şukrî îşaret bi dijmantiya PDK`ê ya li Kurdan û doza kurdî kir û got: "Gerîla Kurdistanê dibparêze. Çima PDK`ê li dijî wan derdiekve? Ev cihê şermezarkirinê ye."

Şukrî bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya xwe bi dewleta Tirk re berde.

KOBANÊ

Malpera American Prospect a amerîkî di raporeke xwe de serweta malbata Barzanî ya li DYA`yê eşkere kiribû. Li gorî malperê, malbata Barzanî, milk û malên xwe bi navên hevser, xwişk, bira û xizmên xwe li derve qeyd kirine. Li gorî raporê, serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji girîngtirîn muşteriyên şîrketên avahiyan û bazirganiyan a derve ye.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Oso yê ji Kobanê diyar kir ku dîroka malbata Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye û piştgiriya gelê Kurd nake.

Oso wiha domand: "Şîrketên Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê û Lubnanê hene û gelek pereyên wî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hene. Gelo ev pere ji ku anîne? Gelo ev ne pereyên gelê Başûr in? Çima alîkariya xizanan nake. Li şûna wê pereyên xwe di şîrketên li derve îstîsmar dike. Teqez berjewendiya gel ji bo malbata Barzanî ne xem e. "

Welatiya bi navê Edle Şukrî Elî ya ji Kobanê jî got: "Divê malbata Barzanî tenê bi xwe nefikire. Divê berjewendiya gelê Başûr û Kurdan esas bigirin. Tu ferq di navbera gelê Kurd de tune ye. Dema êriş li ser Başûr tên kirin, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê diêşe. Lê dema êriş li ser Rojava pêk werin, sûç û azarên ku gelê Kurd li Rojava dikişînin, qet ne xema malbata Barzanî ye. "

Edle Şukrî di dawiyê de xiyaneta malbata Barzanî ya li dijî gelê Kurd şeremzar kir û wiha pê de çû: "Koçberiya ji Başûr ber bi dewletên Ewropayê ve gelekî zêde bûye. Gel li debara xwe digere. Divê malbata Barzanî dev ji xiyanetê û berjewendiyên xwe berde.''

Welatiyê bi navê Ehmed Mamed destnîşan kir ku gelê li Başûrê Kurdistanê xizan e ji ber wê neçar dibe ku koçber bibe û ev li gotinên xwe zêde kir: 'Malbata Barzanî gelê xwe di vê rewşê de dihêle û pereyên xwe li derve îstîsmar dike.''

Mamed di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku siyaseta birçîkirinê ku malbata Barzanî li Başûr pêk tîne, mezintirîn xiyaneta li dijî gel e û daxuyand ku heke derfetên kar li Başûr peyda bibin û rewşa aborî baş bibe, kesek jê koçber nabe.

(eh)

ANHA