ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2022
23 nîsan, 2022   23:00

-Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên qetlîama Ermenan li hola Serdem a Çandê ya bajarê Hesekê bi bîr tîne, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Suriyanên Ortodoks li hemû dêr û katedralên Ortodoks ên kantona Hesekê Cejna Paskalyayê pîroz dikin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê sersaxiyê ji malbata gerîlayê şehîd Fîdayî Kobanê re dixwazin. Sersaxî li gundê Guz ê navçeya Til Koçerê tê dayîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Macid Newaf El-Ebdullah, li goristana Şehîd Dilşêr vedişêrin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku çiqasî dewleta Tirk a dagirker rêbazên qirkirinê bimeşîne vîna gerîla û gelê Kurd naşkê. Her wiha bang li PDK`ê kir ku ji siyaseta xwe ya xizmeta dewleta Tirk a faşîst dike, vegere û parastina desteftiyên şehîdan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên herêma Cizîrê gotin, êrişên li ser Herêmên Parastinê Yên Medyayê, Şengal û Rojava bi hev girêdayî ne û banga berxwedana li dijî êrişan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gorî Ermenên li Bakur û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya neteweya demokratîk rêya rizgarkirina gelên bindest û zindîkirina çandên ku bi siyasetên tunekirinê wenda bûne. Her wiha got, dewleta Tirk berdewamiya siyaseta qirkirinê ya ku bi Împaratoriya Osmanî dest pê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kurteya jiyana wan her komkujî bû ku bi 3 komkujiyan re rû bi rû mane. Niha jî li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bi biryardariyeke mezin li gundê xwe de dimînin û xwe di dêrê de diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendê Kurd Comerd Qehreman got, şerê li çiyayên Kurdistanê diqewime gefê li hebûna Kurdan dixwe û bang li pêşmergeyên azad û gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî wê û xiyanetê bisekinin.

- Welatiyên bajarê Hesekê diyar kirin ku neteweya demoratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, ji bo rê li ber komkujiyan bê girtin baştirîn proje ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Têkildarî êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Wayik El-Beyat got, baweriya gelên Sûriyê û Iraqê bi çarenûsa wan a hevpar dikare dawî li planên dagirkirinê bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan şerê dîrok û çanda herêmê dike, caranan cihên dîrokî topbaran dike, carnan jî şûnwaran didizin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî çavdêran, dibe ku Rûsya komeke hêzên Sûrî bişîne Ukraynayê û wan di pêvajoya nû ya tevgerên xwe yên leşkerî de bi kar bîne. Li Iraqê jî gel li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi hêrs e.

ANALÎZ

- Li gel êrişa qirkirinê ya ku dewleta Tirk a mêtinger li dijî gerîla li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK'ê da destpêkirin, her ku diçe tevahiya Kurdistanê vediguhere qada şer. Li hemberî van êrişan, divê Kurd seferber bibin û sala 2022'yan bikin sala têkbirina qirkirina mêtingeriyê, nexwe ne tenê destkeftiyan, hebûna Kurdan dê bikeve nava xetereyê.

- ji kombînasyona ked û zanîna mirovan hatine afirandin, vedihewîne. Asta pêşketina civakan nîşan dide. Çand wek keda kollektîf a civakê; mijareke berfireh e ku li ser pozîsyona civakê, rewşa perwerdeyê, asta zanîn û çandî, rêbaza têgihîştin û reftarê, têkiliya civakî, nirxên exlaqî-etîk, nirxên takekesî-civak, têkiliya civak-takekesî, têkilî, afirandin; bi kurtasî hemû tiştên bi jiyanê re têkildar.

ANHA