​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Girkê Legê destek dan hemleya seferberiya giştî

Li Dêrik û Girkê Legê ciwanan piştgirî dan pêngava seferberiya giştî ya ku KCK`ê banga wê kiriye.

​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Girkê Legê destek dan hemleya seferberiya giştî
23 nîsan, 2022   20:50
DÊRIK

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê li navenda Şehîd Bawer a bajar kom da ku tevlîbûna xwe ji seferberiya giştî re ku ji aliyê KCK`ê ve ji bo destekdayîna ji gerîla re li dijî artêşa Tirk a dagirker, raghînin.

Daxuyanî ji aliyê endamê tevgerê ya Dêrikê Cûdî Delîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan got ew tev li banga KCK`ê ya ji bo seferberiya giştî dibin û li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destekê didin gerîla.

GIRKÊ LEGÊ

/kr/uploads/files/2022/04/23/205113_202921_2022-4-23-girke-mese-ciwane-28129.webp

Li Girkê Legê jî ciwanên navçeyê ji bo şermezarkirina îxaneta PDK`ê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek lidar xist.

Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û ber bi navenda navçeyê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK`ê hatin berzkirin.

Meş Ii qada navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Girkê Legê Ebdulezîz Menhel wiha axivî: "Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk û PDK`ê ve rastî êrişên berfireh tên. Bi vê yekê dixwazin îradeya gelê Kurd têk bibin."

Ebdulezîz Menhel di dawiyê de îxaneta PDK`ê û êrişên li dijî gerîla şermzar kir û got ciwanên şoreşger dê heta serkeftinê destekê bidin gerîla.

(bx)

ANHA