Tirkiyê qada hawayî li ber balafirên Rûsyayê girt

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu ragihand ku wan qada xwe ya hewayî li ber balafirên leşkerî û sivîl ên ku Rûsya girt.

Tirkiyê qada hawayî li ber balafirên Rûsyayê girt
23 nîsan, 2022   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Mevlut Çavuşoglu di balafirekê de ku diçû Uruguay bersiva pirsên rojnamevanan da, diyar kir ku destûra dabû Rûsyayê da ku balafirên wê hat û çûnê li asîmanê Tirkiyê bike piştî 3 mehan, destpêka vê mehê bi dawî bû.

Wezîrê karê deve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu got, wî  di Adara borî  de dema serdana Rûsyayê kir ev mijar bi hempîşiyê xwe yê Rûsî Sêrgî Lavrov re nîqaş kir.

Lavrov jî soz da ku ew ê serokê Rûsyayê Vilademîr Pûtîn agahdar bike.

(bx)