Hêzên ewlekariyê du kesên dizî dikirin girtin

Li gundewarên Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn du kesên ku tankerên sotemeniyê didizîn, girt û tanker li xwediyê wê vegerand.

Hêzên ewlekariyê du kesên dizî dikirin girtin
23 nîsan, 2022   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand, duh hatin agahdarkirin ku du kesan tankerên sotemeniyê li ser rêya di navbera bajarokê Sûr û Ezbe yên gundewarên Dêrazorê de, dizîn.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate gotin, dewriyeyeke hêzê berê xwe da cihê ku dizî lê çêbibû û rê li ber wan girt, herî dawî her du kes li ser rêyeke nêzî bajarokê Ezba zeft kirin.

Her wiha hate gotin, li gel her du kesan debanceyek 10 mm û xencerek hatin dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku di lêpirsîna bi her du kesan re li xwe mukur hatin ku wan ajokarê tankerê tehdîd kiriye da ku mazotê bidizin û wî dûr bixin û gumanan li ser wan veşêre.

Sûcdar radestî serdozgeriya giştî hatin kirin da ku tedbîrên qanûnî pêwîst der barê wan de bigrin û tanker radestî xwediyê wê bikin.

(bx)

ANHA