Rûspiyê eşîra El-Hews: Bi hevgirtina pêkhateyan wê êrişên Tirkiyê têk biçin

Rûspiyê êla El-Hews li Reqayê êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, ev êriş bandorê li hemû pêkhateyên Sûriyê û Iraqê dike û got: "Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê, em ê bi ser bikevin."

Rûspiyê eşîra El-Hews: Bi hevgirtina pêkhateyan wê êrişên Tirkiyê têk biçin
23 nîsan, 2022   03:31
REQA- EHMED EL- ESAF

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û bi rêya balafirên xwe gelek nuqte kirin hedef.

Têkildarî mijarê, rûspiyê êla El-Hews li Reqayê, Şêx Deham El-Şiblî ji ajansa me re got: "Em wekî êlên Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker û faşîst yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Iraqê şermezar dikin."

Şêx Deham El-Şiblî di derdewamiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê van êrişên ku bandorê li hemû pêkhateyên li Iraq û Sûriyê dikin de, helwesta xwe nîşan nedan û diyar kir ku ev êriş planek di navbera Erdogan û hikumetên din û kesên din de ye.        

Şêx Deham El-Şiblî anî ziman ku armanca van êrişan bidawîkirina rola Rêveberiya Xweser û fikirê birêvebirina gel bi xwe li Sûriye û Iraqê ye û got: "Ev şer îradeya êlên Ereb û Kurd û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz nake.''

Şêx Deham El-Şiblî diyar kir ku êlên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re di yek xendekê de ne û wiha domand: "Em dev ji axa xwe bernadin û em ê wê biparêzin. Çawa ku me herêmên xwe ji gelek aliyan rizgar kirin, em ê herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî rizgar bikin."          

Şêx Deham El-Şiblî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Berxwedana gel û berxwedana hêzên me berdewam e û dê li Sûriye û Iraqê jî berdewam bin, ji ber ku em xwedî ax û xwedî maf in."

(dx)

ANHA