​​​​​​​Xelatên Şehîd Mezlûm Bagok hatin dayîn

Bi boneya salvegera 124’an a Roja Rojnamegeriya Kurdî Yekitiya Ragihandina Azad li hola Efrînê ya li Qamişlo şahiyek li dar xist û tê de xelata Şehîd Mezlûm Bagok li rojnamegerên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir.

​​​​​​​Xelatên Şehîd Mezlûm Bagok hatin dayîn
22 nîsan, 2022   20:29
QAMIŞLO

Di şahiyê de bi dehan rojnameger, her wiha rojnamegerên QSD’ê, YPJ û YPG û endamên Yekitiya Ragihandina Azad beşdar bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bangîn Seydo Roja Rojnamegeriya Kurd li rojnamegeran pîroz kir û wiha got: "Di ser Roja Rojnamegeriya Kurd re 124 sal derbas bûn.

Seydo wiha domand: "Di demekê de ku herêmê rûbirûyî êrişan e, divê xebata rojnamegeriya Kurd ji her demê zêdetir xebatê bimeşîne da ku li tevahî parçeyên Kurdistanê bi pêş keve, bi taybet jî li Rojava ku tê de gelek saziyên çapemeniyê hene."

Piştî wê Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif û Bangîn Seydo xelat belav kirin.

Xebat li van rojnamgeran hatin belavkirin; xelata fotogarafî ji wênekêş û nûçegihand Rodî Tehlo re, xelata rapora nivîskî ya bi zimanê erebî ji rojnamger Selnar Mihemed re, xelata rapora bi dîmen ji rojnameger Cîhad Derwîş re û xelata pêşkêşvaniyê ji rojnameger Îsa Şêxo re.

Her wiha li nûçegihandê ANHA Basil Reşîd û rojnamger Jîndar Ebdulqadir û Fayiz El-Emleh re ku di şopandina pêngava Gurzê Gelan de birîndar bûne xelat hatin dayîn. Li gel wê jî endamê Saziya Zimanê Kurdî Ferdî Xelîl hate xelatkirin.

(fr)

ANHA