Welatiyên Minbic û Kobanê piştgirî da gerîla

Şêniyên Kobanê û Minbicê êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê şermezar kirin û got "PDK di pişta Kurdan re xencerek e."

Welatiyên Minbic û Kobanê piştgirî da gerîla
22 nîsan, 2022   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê ‎yên Medyayê piştî 3 rojan ji hevdîtina Mesrûr Barzanî bi Erdogan re, pêk hatin.‎

Welatiyê bi navê Teyar Seyid Ehmed ji ajansa me re li ser mijarê wiha got: "Êrişên li ser çiyayên Kurdistanê êrişa li ‎ser tevahî gelê Kurd e.‎ Armanca wan êrişan xeta berxwedanê ku ji çiyayên Kurdistanê li çar paçreyên wê belav dibe bişikînin. Ev xet ne li gorî planên dewletên desthilat e ku hewl didin herêmê kontrol bikin. Ji ber wê di şerê li dijî gerîlayan de destekê didin dagirkeriyê."

Teyar Seiyd wiha domand: "Gerîla zarokên me ne ku zulma ji serdemên dirêj ve qebûl nekir û bi vîna xwe jidayikbûna gelê Kurd ragihand. Em bi dil û can bi wan re ne û serkeftinê ji wan re dixwazin. Ji ber xwediyên maf her tim bi ser dikevin." ‎

Jina ciwan a bi navê Firyal Temê jî diyar kir ku hevkariya di navbera PDK'ê û dewleta Tirk de ‎ne nû ye û got: "Ji destpêka PDK'ê hatiye avakirin ve, şerê Kurdan dike, PDK'ê di pişta Kurdan de xencera dijmin e." ‎

Firyal Temê diyar kir ku çawa gerîla di şerên berê de bi ser ketin dê vê carê jî bi ser bikeve û ‎ev tişt anî ziman: "Her dema artêşa Tirk a dagirker dest bi êrişekê dike, şikestî vefigere. Ji lew re divê PDK’ê ku li pêş doza Kurdan bûye kelemek li hesabên xwe vegere. Ji ber dê rojek were dema Tirk berjewendiyên xwe bi wan bi dawî dikin, têk bibe."

‎‛SERKEFTINA GERÎLA SERKEFTINA KURDAN E’

Ciwanê bi navê Bekir Xelîl bang li gelê Kurd kir ku piştgirî bide gerîla û got: "Serkeftina gerîla serkeftina Kurdan e.‎"

Bekir Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi ragihandina şerê li dijî çiyayên Kurdistanê dest bi ‎şerê qirkirina gelê Kurd kiriye û wiha domand: "Ew ê bi bin bikevin, PDK'ê winda bûye, bûye alavek di ‎destê dewleta Tirk a dagirker de."‎

‎‛EM ÊRIŞAN QEBÛL NAKIN’‎

Welatiya ji bajarê Minbicê bi navê Rîm Derwîş diyar kir ku armanca êrişên li ser Herêmên ‎Parastinê yên Medyayê têkbirina yekitiya gelê Kurd e.‎ Rîm Derwîş destnîşan kir ku ji bo têkbirina êrişên artêşa Tirk a dagirker pêwîstî bi bilindkirina ‎têkoşînê heye.‎

Rîm Derwîş ev tişt got: "Da ku nakokî zêde bibin û hevgirtina di navbera partiyên Kurd parçe bibe ku hêzeke Kurd a hevgirtî nayê avakirin, dewleta Tirk a dagirker  vê yekitiyê derbe dike û PDK’ê di êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê bi kar tîne."

‎‛GERÎLA PARASTINA MAFÊN GELAN DIKE’

‎

Her wiha welatiyê ji Minbicê bi navê Hisên Begarî piştgiriya xwe ji bo gerîlayan re anî ‎ziman û got: "Êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser çiyayên Kurdistanê ne exlaqî ne û li dijî ‎qanûnên navneteweyî ne."‎

Hisên Bekarî wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em ê ji bo pêkanîna serkeftinê li pişta gerîlayan bin û hevkariya PDK'ê dê moralê gerîla neşikîne."

‏(şt)

ANHA