Mihemed Berkel: Ambargo sûcekî dermirovî û qirkirin e

Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel, ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sûcên şer û sûcên dermirovî bi nav kir û got, armanc jê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Mihemed Berkel: Ambargo sûcekî dermirovî û qirkirin e
22 nîsan, 2022   06:06
MINBIC – EHMED EL-QERACE

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku hikumeta Şamê li şûna ku berê xwe bide çareseriya siyasî û diyalogê, siyasetên birçîkirinê pêk tîne.

 ‘SÛCEKÎ ŞER LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE‘

Di vê çarçoveyê de cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike bi sûcekî şer bi nav kir û got: "Ev ambargo dijminahî û gefeke li ser zêdetirî 200 hezar welatiyan e. Her wiha sûcekî şer, sûcekî dermirovî û qirkirin e."

Berkel anî ziman ku armanca hikumeta Şamê ji vê ambargoyê ew e ku berjewendiyên xwe û yên dewletên din pêk bîne, her wiha aramî û ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Berkel wiha domand: "Herêmên Rêveberiya Xweser di nava aramî û geşkirina aborî de ne. Hevgirtineke niştîmanî ya di navbera gel û pêkhateyên herêmê de heye. Lê hikumeta Şamê piştî ku îflas bû û nikare aloziya li welat çareser bike û projeya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne ku pêkhateyên herêmê dipejirînin, ji ber vê hewl dide vê projeyê têk bibe û hevgirtina wê ya civakî ji hev bixe."

 ‘HIKUMETA ŞAMÊ DEKTATORIYÊ PÊK TÎNE‘

Berkel di berdewamiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku hikumeta Şamê hê jî heman hovîtî, zimanê çekê û rêbazê tirsê bikar tîne û diyar kir ku ambargoyê li ser van her du taxan êşên nû ne ku li zehmetiyên gelê Sûriyê zêde dibin.

Mihemed Berkel bang Ii hikumeta Şamê kir ku ambargoyê rakin, zimanê diyalogê bikar bîne û çareseriyeke siyasî ji aloziya welat re bibîne.

Berkel destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê ye, binpêkirina serdestiya dewletê ye û divê civata navneteweyî erka xwe pêk bîne da ku wî rawestîne.

Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê Rûsya ya garantor yek alî be û nakokiyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çareser bike. Her wiha erka xwe li hember ambargoya li ser taxa Şêxmqsûd û Eşrefiyê pêk bîne û zextê li hikumeta Şamê bike ku hê jî dîktatoriya xwe bi hêzê û zimanê çekê bikar tîne."

(bx)

ANHA