Jinên ji Qamişlo: Em li dijî siyasetên qirkirin û îxanetê li qadên berxwedanê ne

Jinên ji Qamişlo yên tev li xwepêşandana "Li dijî îxanetê" bûne, diyar kir ku siyasetên PDK'ê û dewleta Tirk a dagirker dê îradeya şervan û gerîlayan neşikînin û got "Em ê li dijî xiyanetê li qadan bin."

Jinên ji Qamişlo: Em li dijî siyasetên qirkirin û îxanetê li qadên berxwedanê ne
22 nîsan, 2022   06:22
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji 23’yê Nîsana 2021`an ve gerîlayên YJA Starê berxwedaneke bêhempa li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê didin meşandin.

Bi vîna berxwedana gerîlayên azadiyê, jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li qadên berxwedanê li dijî êrişên qirkirinê li ber xwe didin.

Ji 12’yê vê Nîsanê ve, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandên li dijî îxaneta PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re li dar dixin û dirûşmên "Ji bo parastina rûmeta me, li dijî îxanetê li ber bidin."

‛RÊYA WAN RÊYA AZADIYA KURDISTANÊ YE’

Duh li bajarê Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê meşek hat lidarxistin. Der barê wê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hilwa Yûsif, bang li jinên cîhanê kir ku li dijî xiyanet û qirkirina dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê serî hildin û wiha got: "Îxaneta PDK'ê ji her kesî re eşkere bû, dem hatiye em li dijî vê siyasetê hevgirtina xwe ava bikin."

Hilwa Yûsif diyar kir ku gerîlayên YJA Starê parastina rûmet û şerefa gelê Kurd dikin û piştrast kir ku di serî de jin, erka her kesî ye piştgiriya gerîla bikin.

Hilwa Yûsif xîtabî PDK’ê kir û wiha anî ziman: "Destê serokên we bi dijmin re di xwîna Kurdan de ye û we Kurdistan firot dagirkeriyê. Îxaneta we çi kir, hûn qet ji xwîna şehîdên komkujiya Helebçe şerm nakin, êdî hûn di pişta Kurdan de bûne xencerek."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hilwa Yûsiv tekez kir ku dê siyasetên dewleta Tirk û PDK'ê îradeya wan neşikîne û bang li gelên Rojava kir ku li dijî wan siyasetê serî hildin.

‛BI YEKITIYÊ EM Ê BI SER BIKEVIN’

Di heman çarçoveyê de jina bi navê Fadye Silêman piştgiriya xwe ji bo gerîla anî ziman û got: "Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayên xwe ku careke din bi hev re serkeftinê qezenc bikin."

Fadiya Silêman teqez kir ku ew jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îxaneta PDK’ê qebûl nakin û divê her Kurdek li hember van siyasetên PDK’ê bi dewleta Tirk re li dijî Kurdan bisekine û wiha domand: "Bi yekitiyê em ê serkeftin û azadiyê ji gelê xwe re qezenc bikin û heke ferdek ji me ma, em ê li pey doza xwe bin."

‛EM HEMÛ JI BO ŞERÊ LI DIJÎ DIJMIN AMADE NE’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fikriye Ehmed jî bal kişand ser planêna dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê û got: "Erdogan û PDK'ê ji bo qirkirina Kurdan li hev dikin, tu pîvanên kurdayetiyê li gel PDK'ê tune ne."

Fikriye Ehmed tekez kir ku ew ê li ser şopa şehîdan têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin û wiha bi dawî kir: "Em ê li qadên berxwedanê bimînin, em hemû amade ne li hember dagirkeran çek hildin."

(şt)

ANHA