Di rojnamegeriya kurdî de, jin di navbera avakirin û têkoşînê de ne

Ji bo jin karibe xwe bigihîne astên bilind, mafên xwe bi dest bixe û armancên xwe pêk bîne pêwîstiya wê bi têkoşîneke dirêj û lêgerîna li heqîqetê heye. Jinên rojnameger di rêwîtiya xwe de rêgehên sereke pejirandin, avakirin û têkoşîna li dijî şer.

Di rojnamegeriya kurdî de, jin di navbera avakirin û têkoşînê de ne
22 nîsan, 2022   05:57
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Ragihandin yek ji amûrên girîng ên zanabûn û çandê ya her netewe yan jî gelekî cîhanê ye.

ROJNAMEYA KURDISTANÊ.. DAXWAZÊN KURDAN BI CIH TÎNE

22’yê Nîsanê salvegera 124’an a Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Yekemîn rojnameya kurdî bi navê "Kurdistan" ji hêla Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve li paytexta Misirê Qahîra di 22’yê Nîsana 1898’an de hate derxistin.

Rola jina Kurd di wê demê de ji bo destpêkirina rojnamegeriya Kurd girîng bû. Ji dema rojnameya yekemîn a Kurdistanê hate derxistin ve, Rewşen Bedirxan nivîsên xwe tê de belav kirin. Di rojnameya Kurdistanê de çanda kurdî ya li gorî xwestekên gelê Kurd hebû.

Bi damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re asoyên nû ji jinan re hatin vekirin. Ew yek jî bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan ku projeya azadiya jinê pêşkêş kiriye. Bi wê re jî jinê rola xwe berfireh kir û di hemû aliyan de xebitî, ji wan jî rojnamegera şehîd Gurbetellî Ersoz ku xetek nîşan da û gelek rojnamegerên mîna şehîd Dilîşan Îbiş û Nûjiyan Erhan û Denîz Firat dan ser şopa wê û bûn sembolên ragihandina azad.

Di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê (19’ê Tîrmeha 2012’yan) de jin di hemû qadan de pêşengtî kir. Piştî saziyên ragihandinê radyo, ajansên nûçeyan û kanalên TV li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin jinan roleke girîng di ragihandinê de lîst. Bi wê yek hate eşkerekirin ku hejmara jinên rojnameger ji yên mêran zêdetir e. Li gorî Yekitiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêjeya jinên di saziyên ragihandinê yên li herêmê de dixebitin ji sedî 70 ye.

Jinan di ragihandinê de şerê 3 eniyar kir; zihniyeta baviksalariyê ya di civaka Rojhilata Navîn de, êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê. Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe li hember tevahî astengiyên li pêşberî wan sekinîn û gelek saziyên xwe yên xweser ava kirin.

Rojnamegerên jin, li hemberî urf û adetên ên jinan sînordar dikirin gavên girîng avêtin. Hin ji wan di nava QSD'ê de çek rakirin û li hemerî çeteyên DAIŞ'ê û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk şer kirin.

Der barê mijarê de, nûçegihana şer a Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) Sorgul Şêxo Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî jinên rojnameger pîroz kir û wiha got, jinê di ragihandina bûyer û rastiya Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hemû hûrgiliyên wê ji raya giştî û cîhanê re cihê xwe girt.

Sorgul Şêxo wiha domand: "Rejîma Baasê nasnameya Kurd û mafên wê jê standibûn. Lê bi Şoreşa Rojava re jin bûn dengê gel û jinan û şoreşê. Bo nimûne hejmara mezin a jinên rojnamger ku cihê xwe di ajans, rojname, radyo û televîzyonan de girtine."

‛WÊNEYEK TÊRÊ DIKE ÇARENÛSA GEL BI GIŞTÎ BIGUHERE’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her jineke rojnamevan dixwaze rastiya şoreşa jinê, têkoşîn û berxwedanê jinan û serkeftinên ku bi dest xistine bi pênûs û kamreya xwe ragihînin û bi rêya wan bala rêxistinên jinan û kesayetên serbixwe yên derveyî welatî bikişînin ser şoreşa jinê.

Sorgul Şêxo bal kişand ser rola rojnamegerên şer di ragihandina rastiyên li qadên şer ên li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de û wiha lê zêde kir: "Rola nûçegihanên şer di ragihandina rastiyan de mezin bû, her wiha sûcên li dijî jinan ên li her herêmekê pêk dihat bi awayekî zelal ji dorhêla derve re radigandin."

Li gorî Sorgul Şêxo wêneyek dikare çarenûsa bi hezaran kesî biguhere û wiha pê de çû: "Şopandina rewşa meydanî û eşkerekirina rastiyan girîngiyeke mezin e."

‛JI BILÎ JINÊ BI JINÊ NAHESE’

Nûçegihana şer behsa astengiyên destpêka xebatê de kir û wiha axivî: "Destpêkê em rastî gelek astengiyan hatin, nexasim jî ajansa me tenê girêdayî dozên jinan e. Di dema axaftina bi jinan re me zehmetiya îqnakirina wan der barê bûyerên pê re dibûn ku biaxivin, dikişand. Me zehmetî kişand û hîna jî azarên piranî jin li ser dezgehên çapemeniyê derkevin, dikişînin. Sedema vê yekê benda tirsê ye ku hîna li gel wan heye, nexasim li herêmên Ereb ku azar ji serweriya çeteyên DAIŞ’ê kişandine."

Sorgul Şêxo diyar ku her kesek dikare pîşeyê rojnamegeriyê bike, lê dema nûçegihan jin be ew tenê bi jinê dihese û ev tişt got: "Dengê heqîqetê her tim tê hedefgirtin, lê em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Armanca me eşkerakirina rastiyan e. Di oxira ragihandina rûdanên li qad û meydanan de gelek hevalên me şehîd bûn."

‛DI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ DE YA JI DAYÎK DIBE, YAN JÎ JIYANA XWE JI DEST DIDE’

Li gorî Rêxistina Piştgiraya Rojnamevanên Jin a Cîhanê, ji dewletên herî zêde ku tundî û gef li rojnamgerên jin xwarine, dewleta Tirk e, azadiyê nêrînê qedexe dike, her kesê/a ji bin kontrola desthilatê derkeve tê girin û dixin girtîgehan, bi taybet heke Kurd be, wê demê guneh du qat e.

Nûçegihanda JIN TV Bêrîtan Îrlan li ser sedemên hedefgirtina yekser a jinên rojnameger ên Kurd li Bakurê Kurdistanê got: "Ew yek ji ber berxwedana gelê Kurd li hember dewletên xwedî zihniyetên baviksalarî û dewletên neteweperest ên xwedî yek îdeolojiyê pêk tên. Anku tenê bi yek ziman û yek olî nas dikin. Dewleta Tirk li ser qirkirina gelan û asîmîlekirina wan xwe mezin dike."

Bêrîtan Îrlan da zanîn ku kesên hewldanên parastina gel û çanda wî ji qirkirin û asîmîlekirinê dikin ku jin in û wiha domand: "Heke em li dîrokê vegerin, em ê bibînin ku jinê malbat, êl û civaka xwe parastiye. Lê yê îradeya xwe li ser ferz kiriye mêr e. Ev jî ji tiştên niha pêk tê, ne dûr e. Dewleta Tirk a dagirker xwe li ser qirkirinan çandan damezrandiye, bo nimûne destwerdana dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn piştî 71 salan ku li ser qirkirina çand û çewisandina nasnameyan ava kiriye ku bigihîne yek zimanî."

‛KANIYA KU GURBETLLÎ RRSOZ JÊ VEXWARIYE, ME JÎ JÊ VEXWARIYE’

Bêrîtan Îrlan diyar kir ku rejîmên xwedî zihniyetên baviksalariyê ku li cihanê bê navber şeran li dar dixin, baş dizanin ku heke jin li hember siyasetên wan sekinî dê karibe wan têk bibe û got: "Heke li malbatê ku dendikê biçûk ê dewletê ye vegerin, dema jin mafên xwe dixwaze bi navên eşîrtî, bawriyên olî û şerefê rastî bindestî û hedefgirtinê tên. Heman tişt jî ji bo dewletê derbasdar e, dema jin li hember sûcên li dijî wê bisekine, tê hedefgirtin û çewisandin."

Bêrîtan Îrlan bi bîr xist ku jin li Bakurê Kurdistanê rojane rastî hedefgirtin û çewisandinê tên. Gelek jinên siyasetmedar ên girtî azarên tenduristî dikişînin, lê nayên berdan, mînak Aylasar Tolg kesayeta ku xwe spartiya fikrê rêber Ocalan, di şexsê wê de rêxistina jinan û berxwedana wan hedef digirin û bi heman şêweyî zordariyê li jinên rojnameger jî dikin.

Bêrîtan Îrlan da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê dengê rojnamegerên jin tê qutkirin û wiha anî ziman: "Jinên rojnameger dema bûyerekê dişopînin tên girtin û gef lê tên xwarin. Ew hemû îhtîmalan didin pêş çavên xwe. Kaniya ku me ava jê vexwariya heman kaniya şehîd û rojnamegera destpêkê Gurbetellî Ersoz av jê vexwariye."

‛ZÊDETIRÎ JI SEDÎ 70 DI RAGIHANDINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DE JIN IN’

Di saziyên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re piranî jin in, ji zêdetirî ji sedî 70 jin di çapemeniyê de dixebitin. Ew yek nîşan dide ku jin di hemû aliyan de serkeftî ye û bandora wê di tevgera siyasî û civakî de mezin e.

Ragihandina azad hewl dide derfeta ragihandinê bi pêş bixe, têkiliyan fireh bike û tecrûbeya ragihandinê li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî herêmê bike. Girêdayî vê yekê Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Yûsif bal kişand ser rola girîng a jinan di rojnameya "Kurdistan" de û wiha got: "Rewşen Bedirxan ev aliyên rojnamegeriyê bi rêya balkişandina ser dozên jinan bi pêş xist."

Evîn Yûsif destnîşan kir ku li gel ragihandina Kurd gelek hêmanên xurt û bedarbûna balkêş a jinan heye. Hejmara jinên nûçegihand, pêşkêşvan û rêveberên dezgehên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî zêdetirî 70 ye.

Evîn Yûsif bal kişand ser televîzyona JIN TV ku tê de dozên jinan tên weşandin û wiha domand: "Vekirina wê serkeftin ji bo şoreşa jinan e."

Evîn Yûsif behsa astengiyên li hember peywendiyên bi rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman: "Ji ber astengiya desthilatan li ser xebatê têkilî bi jinên rojnameger ên li Bakurê Kurdistanê re zehmet e. Lê li ser asta cîhanê me bi gelek dezgehên çapemeniyê û rêxistinên jinan re têkilî daniye."

Evîn Yûsif di dawiyê de got ew pabendî qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

(fr)

ANHA