​​​​​​​Şehîdên êrişa hewayî ya li Kobanê hatin oxirkirin û 3 gerîlayên şehîd hatin bibîranîn

3 şervanên YPJ'ê yên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê de şehîd bûne, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle hatin oxikirin. Di merasîmê de 3 gerîlayên HPG'ê yên şehîd hatin bibîranîn.

21 nîsan, 2022   16:42
KOBANÊ

Ji bo şervanên YPJ'ê Cîhan Elî (Kobanê), Rodîn Mihemed (Ronahî Kobanê), Ranya Henan (Dilar Heleb) yên ku duh di êrişa hewayî ya dewleta Tirk  a dagirker a li ser Kobanê de şehîd bûne merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hate lidarxistin.

Di mersîma ku bi sedan şêniyên herêma Firatê beşdar bibûn de, gerîlayên HPG'ê, Semsa Elî (Barîn Şîlan), Ferhad Ehmed (Rêdûr Kobanê) û Elî Îbrahîm (Fedekar Cûdî) yên 17'ê Nîsanê di bersivdayîna êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn, hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Ji salan ve dijmin bi awayekî hovane êriş gelê herêmê yê sivîl dike, da ku îradeya wê bişkîne û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe ku di bin sîwana wê de hemû pêkhate bi aştî û biratî dijîn."

Emîne Bekir bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha got: "Em gelê herêma Firatê berxwedana gerîla  ya li Zap û Metîna silav dikin ku ji bo azadiya gelan têdikoşin."

Ji fermandarên QSD'ê Mehmûd Kobanê jî axivî, soza şopadina xeta têkoşînê da û got: "Şehîdxistina şehîd Dilar hedefgirtina hemû kesayetên têkoşer ên bi hêz in, her wiha hedefgirtina kesayata jin a berxwedêr e ya ku komên çete têk bir."

Mehmûd Kobanê di berdewama axaftina xwe de bal got, ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şêxmeqûd û Eşrefiyê ferz kiriye, lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de, her wiha êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê komployeke hêzên dagirker ên li dijî têkoşîna gelê Kurd û projeya biratiya gelan e.

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurdistan Koçer jî got: "Têkoşerên me ya li dijî êrişan dewam dikin. Di heman demê de hovîtiya dagirkeriya Tirk a li çiyayên Kurdistanê zêde dibin, lê li hemberî wê jî derbên giran dixwe. Em soz didin şehîdan ku em ê xeta wan dewam bikin heta ku dagirkeriyê têk bibin. Em hêza xwe  ji gelê xwe digirin ku ji planên dijmin hişyar e. Divê em bi hev re civaka xwe ji xayîn û sîxuran paqij bikin."

Bi navê her şeş şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê cenazeyê  Cîhan Elî (Kobanê), Rodîn Mihemed (Ronahî Kobanê), li goristana Şehîd Dicle hatin veşartin. Cenazeyê şehîd Dîlara Heleb ber bi Şehbayê ve hate rêkirin ku dê li wir bi merasîmekê were veşartin.

ANHA