Partiyên siyasî yên Kerkûkê li dijî êrişên dagirkirnê bang kirin

Çar partiyên siyasî li Kerkûkê derbarê dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de civiyan. Aliyan daxwaz kirin hemû partiyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirk helwestek cidî nîşandin.

Partiyên siyasî yên Kerkûkê li dijî êrişên dagirkirnê bang kirin
21 nîsan, 2022   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro baregeha Tevgera Azadî ya li Kerkûkê her yek ji Tevgera Azadî, Hizba Şuî Kurdistan, Hizba Zehmetkêşên Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê li ser dagirkerî û êrişên dewleta Tirk civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hevpar ji bo çapemeniyê hat dayîn.

Hevserokê Meclisa Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Komel Sermed li ser navê hemû partiyên ku tevlê civînê bibûn daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em wek Tevgera Azadî me xwe berpirsiyar zanî û me pêwîst dît ku em hemû partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji bo ku helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihînin vexwînin. Wek beşek ji partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê me li ser çend xalan li hevkir.”

Sermed her wiha da zanîn ku di civînê de wek beşek ji partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser hin xalan li hev kirine ku ew xal jî wiha ne:

“1- Em wek partiyên Kurdistanî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û ev êrişane binpêkirina serweriya Iraqê û li dijî hemû yasayên navneteweyî ye.

2- Daxwaz ji her du hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Neteweyên Yekbûyî gilî bikin.

3- Ji bo yekrêziya gelê Kurd û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Kerkûkê, em daxwaz ji partiyên siyasî dikin ku yekrêziyê biparêzin û em li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê careke din bicivin.

4- Daxwaz ji çalakvan, mamosteyên zanîngehan, kesayet û hemû beşên civakê dikin ku ji bo pêşî li dagirkerî û rijandina xwîna zarokên niştîman çalakiyên xwe berfireh bikin da ku destketiyên ku bi xwîna bi deh hezaran şehîdan hatiye bidest xistin vala neçe. Ji bo wê daxwaz dikin ku ji bo rawestandina şer çalakiyên xwe berfireh bikin.”