Malbatên şehîdan, gazî û jinên ciwan nerazîbûn nîşanî xiyanet û êrişên dagikirinê da

Meclisên Malbatên Şehîdan, Yekitiya Jinên Ciwan û Federasyona Gaziyan bi daxuyaniyên cûda êrişên dagirkirin û qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kirin.

Malbatên şehîdan, gazî û jinên ciwan nerazîbûn nîşanî xiyanet û êrişên dagikirinê da
Malbatên şehîdan, gazî û jinên ciwan nerazîbûn nîşanî xiyanet û êrişên dagikirinê da
Malbatên şehîdan, gazî û jinên ciwan nerazîbûn nîşanî xiyanet û êrişên dagikirinê da
Malbatên şehîdan, gazî û jinên ciwan nerazîbûn nîşanî xiyanet û êrişên dagikirinê da
Malbatên şehîdan, gazî û jinên ciwan nerazîbûn nîşanî xiyanet û êrişên dagikirinê da
21 nîsan, 2022   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de, ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin.

DÊRIK

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê li dibistana amadehî ya Şehîd Şervîn kom bûn û daxuyanî da. Xwendekaran bi navê Agrîn Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û hate gotin: "PDK'ê careke din xiyanet û dijminatiya xwe bi gelê Kurd re îsbat dike."

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi heman armancê daxuyanî da û got, rêya yekane ya li hemberî êrişên dagirkirinê berxwedan e.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li qada Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hatin ba hev. Endama  yekitiya Rena Hemklo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ruxmî ku ev êriş hêzên gerîla û gelê Kurd dike hedef, lê em dibînin ku PDK'ê bi nûnertiya malbata Barzanî dev ji xeta xiyanetê bernade û ji kesên yekemîn in ku êrişên li ser çiyayên Kurdistanê, bi taybet Zapê pejirandin, hejmareke mezin a leşkerên xwe şandin da ku destekê bide dagirekran."

Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniyê de diyar kirin ku berxwedan, azadî û têkoşîn rêya yekane ya têkbirina planên dagirkeriya Tirk ên li Kurdistanê ye.

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê hevkariya PDK'ê di van êrişan de şermezar kir û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li hemberî êrişên ku gelê Kurd dikin hedef, bisekinin.

Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana şêniyên Efrînê bi dawî bû.

REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê û Federasyona Gaziyan a Reqayê bi beşdabûna, bi sedan şêniyan, di nav de şêx û rûspiyan daxuyanî li naverasta bajar da.

Di daxuyaniyê de êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de ji aliyê hikumeta Iraqê ve hatin şermezarkirin. Her wiha hate gotin, êriş û lêkirina dîwar vîna gelê azad naşkîne.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê li ser herêmê, hate diyarkirin ku ev hemû binpêkirinên qanûn û peymanên navneteweyî ne û hişyariya karesteke mirovî dide.

Her wiha li ser lihevkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê û Erdogan a derbarê lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de hate gotin: "Texmîn dikin ku ew ê bi lêkirina dîwar têkiliyên di navbera gelê Kurd û PKK'ê de qut bikin, ji ber ku malbata Barzanî bêyî hevkariya Tirkiyê nikare êrişî PKK'ê bike."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Erdogan bi êrişên xwe wê nikaribe vîna gelê û eşqa wê ya ji fikirê rêber Ocalan re bişkîne û dê nikaribe hevkariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev bixe.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û birîndarên şer bi daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî li goristana Şehîdan a Minbicê ji aliyê Melisa Malbatên Şehîdan Hesna Zahir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de  êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û hate gotin, dewletên komploger her tim hewl dide vîna gelên azad bişkînin.

Her wiha bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û dewletên garantor ên li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: "Bi bêdengiya xwe dibin hevkarên sûcan."

Meclisa Malbatên Şehîdan û birîndarên şer di dawiyê de got: "Me şehîd dane, ji bo azadiya xak û gelê xwe em hîna jî bidin, em ê li hemberî hemû êrişên li ser rumeta me û azadiya xaka me û mîrateya şehîdên me bibin bend."

DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê jî bi daxuyaniyê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyaetên hikumeta Şamê yên bi armanca derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de, her wiha lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyên bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, şêx û rûspî, nûnerên meclisên sivîl û saziyên herêmî yên Dêrazorê, ji alyiê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Cabir El-Muhsin ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hemwextî wê lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de hatin şermezarkirin û hate gotin, ev hemû bi armanca qirkirina gelên herêmê ye.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê ferz kiriye û hate gotin ku bi vê yek dixwaze îradeya gelê berxwedêr bişkîne.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan hate kirin li hemberî van êriş û siyasetan bisekinin.

ANHA