'Dewleta Tirk ji jina azad ditirse'

Kongra Star a Herêma Firatê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li gundewarê Kobanê ku di encamê de 3 şervanên YPJ'ê şehîd bûn, şeremzar kir û bang li gelên Kurdsitanê kir li ku hemberî êrişên li ser gelên herêmê têkoşînê xurt bikin.

'Dewleta Tirk ji jina azad ditirse'
21 nîsan, 2022   14:16
KOBANÊ

Kongra Star a herêma Firatê bi daxuyaniyekê bombebarana balafira dewleta Tirk a dagirker a li erebeyekê li başûrê Kobanê şermezar kir ku di encamê de 3 şervanên YPJ'ê şehîd bûn.

Endama Koordînasyona  Kongra Star a Herêma Efrînê Macîda Hesûn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi vê êrişî dixwaze îradeya gelan bişkîne û rê li ber dagirkirina herêmên din vekin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk her tim jinên Kurd dike hedef û hate gotin: "Ev dide diyarkirin ku ji vîn û israr jinan ditirse."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên li ser qadên gerîla û wiha hate diyarkirin: "Ev êriş wê têk biçin. Em di her tim amade ne ku tevahî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk têk bibin."

Kongra Star bang li gelên li her çar paçeyên Kurdistanê kir ku destekê bidin gerîla û li hemberî planên dagirkirinê têkoşînê xurt bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Tevahî jinên ku banga azadiyê dikin wê li qadan bin heta ku azadî pêk were. Her çiqas dijmin bi hevkariya malbata Barzanî êrişên xwe li ser çiyayên Kurdistanê zêde bikin wê wekî her car li hemberî berxwedana gerîla têk biçe."

ANHA