Koçberên Efrînê: Em li kêlek gerîla ne

Koçberên Efrînê û welatiyên kantona Şehbayê bi xwepêşandaneke girseyî destek û sekna xwe li kêlek gerîlayên li çiyayên Kurdistanê nîşan da û got divê li hember dagirkeriya Tirk û şirîkê wê PDK’ê têkoşînê bilind bikin.

Koçberên Efrînê: Em li kêlek gerîla ne
Koçberên Efrînê: Em li kêlek gerîla ne
Koçberên Efrînê: Em li kêlek gerîla ne
Koçberên Efrînê: Em li kêlek gerîla ne
21 nîsan, 2022   13:47
ŞEHBA

Bi hezaran koçberên Efrînê û welatiyên Şehbayê bi xwepêşandaneke girseyî piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê nîşan da û îxaneta PDK’ê şermezar kir.

Xwepêşandan ji çerxerêya sereke ya li navenda Til Rifetê dest pê kir, tê de wêneyên rêber Ocalan, şehîdan û alên PKK’ê û pankartên şermezarkirina PDK’ê hatin hildan.

Xwepêşandan li kolana sereke ya navçeyê gerî û diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê hildan.

Li qada sereke ya li navçeyê xwepêşandan vegerî mîtîngê, dûvre li ser nave meclisa navçeyên Til Rifetê û Şêrawa endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Şêrawa Dilsoz Efrînê axivî û berxweana gerîla silav kir û wiha got: "Malbata Barzanî nikare vîna welatiyên Efrînê û kurdên Kurdistanê bişikîne."

Dilsoz Efrînê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî hewl didin PKK’ê tesfiye bikin, divê berî PKK’ê, 60 milyon kurd li Kurdistan û cîhanê tesfiye bikin û paşê bi PKK’ê bifikirin.

Dilsoz Efrînê wiha domand: "Îxaneta malbata Barzanî ne ji îro de ye, lê ji belê ji kevn de ye. Ferdên vê malbatê li gel dewleta Tirk Kurdistanê parçe dikin û dagir dikin.

Têkildarî kesên îxaneta malbata Barzanî li gel dewleta Tirk a dagirker Dilsoz Efrîn ev tişt got: "Nefikirin ku hûn ê rojekê li ser hesabê bi hezaran kedên şehîdan û HPG’ê Kurdistanê ava bikin û tê de dîktator bin. Xewna we pêk nayê."

Li dawiyê Dilsoz Efrînê banga bilindkirina têkoşîn, berxwedan û destekdayîna ji berxwedana gerîla re kir.

Dûvre endama rêveber a Kongra Star li navçeyên Til Rifet û Şêwara Rîhane Elo axivî û bang li hevkarên ji malbata Barzanî kir ku ji rêya xwe ya îxanetê vegerin û bila destê we bi xwîna gerîla nebe û wiha got: "Em kiryarên wan ji bîr nakin û naborînin."

Rîhane Elo da zanîn ku dijminên gelê Kurd û Kurdistanê êrişî wan dilin û malbata Barzanî jî tevkariyê dike.

Rîhane Elo di dawiyê de got jin pêşengê şoreş, berxwedan û têkoşîna li hember êrişên dagirkeriyê ne.

(fr)

ANHA