Meclisa malbatên Şehîdan a Qamişloyê qetilkirina Îbrahîm El-Şewan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo hedefgirtina kesayeta welatparêz Îbrahîm El-Şewan ji hêla şaneyên DAIŞ’ê li bajarokê El-Kerame yê Reqayê şermezar kir.

Meclisa malbatên Şehîdan a Qamişloyê qetilkirina Îbrahîm El-Şewan şermezar kir
21 nîsan, 2022   13:30
QAMIŞLO

Mecilsa Malbatên Şehîdan li gelek bajar û navçeyên kantona Qamişlo daxuyanî da.

Bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl ên bajarê Dêrikê li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re da. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hogir Hacî ve hate xwendin. Li Girkê Legê ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Îhsan Şiblî û li Tirbespiyê ji aliyê rêveberekî Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Îbrahîm ve daxuyanî hatin xwendin hate xwendin. Li taxa Çil Axa jî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda navçeyê ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hacer Hisên ve daxuyanî hate xwendin.

 Daxuyanî wiha ye:

"Hedefgiritna şervan û kesayetên welatparêz ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê û çeteyên Erdogan ve, lawaziya wan hêzên li hember berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Wan hêzên tu rêbaz nehiştin û bi kar neanîn da ku vîna gel bişikînin û destkeftiyên zêdetirî 10 salan têk bibin. Ew destkeftî bi saya bi hezaran şehîd û hevgirtina gelê me pêk hatin û di wê yekê de xwe spartin fikir û felsefeya neteweya demokratîk.

Me li ber xwe da û destkeftên ku gelê Sûriyê rizgar kirine bidest xist, her çiqas Erdogan hewl bide bi piştgiriya şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê û teşwîqkirina wan ji bo çalakiyên kuştin û têkbirina ewlehiya gelan wê nikaribin li hember berxwedan û vîna gelê me li ber xwe bidin. Ji ber gel xwe bi fikrê rêber Apo bi çek kiriye û li hember hemû astengiyan disekine û asta têkoşînê heta têkbirina dijmin bilind kiriye.

Em Meclisa Malbatên Şehîdan, hedefgirtina heval Îbrahîm El-Şewan, kesayeta têkoşer  , neteweyî û endamê meclisa me, şermezar dikin û piştrast dikin ku ev kiryareke tirsonek e ku ji lewaziya wan li hember berxwedana gelê me tê û rêbazên wan ên qirêj îradeya me pûç nakin."

Şehîd Îbrahîm El-Şewan endamekî Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê bû û duh di encama êrişa çeteyên DAIŞ'ê li ser bajarokê El-Kerame yê Reqayê de şehîd bûbû.

 (dx)

ANHA