Nivîskarekî Iraqî: Bêdengî xiyanet e

Nivîskarê ji Iraqê Semîr Dawûd Henûş destnîşan kir ku bêdengiya li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê digihêje asta xiyanet û ajantiyê, gel baş dizane ku desthilata heyî nikare welêt bi rê ve bibe û gel wê efû nake.

Nivîskarekî Iraqî: Bêdengî xiyanet e
21 nîsan, 2022   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê iraqî Semîr Dawûd Henûş ji rojnameya El-Ereb re têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê û bêdengî û hevkariya Iraqê û PDK`ê bi êrişên dewleta Tirk re nivîsand.

Henûş destnîşan kir ku serdestî, xwedî rengekî ye û nabe li gorî berjewendiyan reng bigire û nabe li gorî berjeweniyên partiyetî û yên takekesî jî pir bibe.

Henûş wiha domand: “Bêdengiya li hember êriş û topbarana dewleta Tirk a li dijî gundên Herêma Kurdistanê û rewakirina wan êrişan bi lihevkirinên berê yên di dema Sedam Huseyn re pêk hatine, nabe sedem ku vê bêdengiyê efû bikin. Mîna ku tiştek pêk nehatiye, nexasim ku bi êrişên dewleta Tirk re, berhemên binerd û gund wêran bûn.”

Henûş bal kişand ser êrişa Îranê û got: “Êrişên Îranê hatin redkirin û şermezarkirin û heta gihaşt wê astê ku gelek rayedarên hikumetan xwestin vê êrişê bixin rojeva NY`yê.”

Îranê gelek cih li Başûrê Kurdistanê topbaran kirin û îdia kir ku tê de xebatên biguman û li dijî Tehranê pêk tên.

Henûş daxuyand ku bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê, hewldanek ji bo razîkirina Tirkiyê ye, bi taybet piştî ku hinartina petrola qaçax ji Kurdistanê bi rêya toreyekê ku di axa Tirkiyê re derbasî gelek welatan dibe erê kir. Di nav de îsraîl heye.

Her wiha da zanîn ku rihê welatparêziyê û girêdana bi axa ve li gel desthilata heyî tune ye, ji ber ku ew li hember daxuyaniya wezîrê hundirîn yê Tirkiyê Suleyman Soylo ya di 2021`an de ku got, `Em ê di demeke nêzîk de bi meş biçin Iraq û Sûriyê` jî bê deng bûn û tu helwest nîşan nedan. Ev yek gelek wateyan di nava xwe de dihewîne.  

Henûş diyar kir ku her aqilmendek dê mîna van zêdegaviyan red bike çi yên Îranê yan jî Tirkiyê û heta hinek dewletên Kendavê ku rojane pêşî li nêçîrvanên iraqî digirin bi hiceta ku derbasî ava herêmî bûne.

Henûş wiha domand: “Şîrovekirina serdestiyê li gorî berjewendiyan, nepêkan e ku di pergalên siyasî yên xwezayî yên rast de bê sinifandin. Em dikarin bêjin ku xiyaneta herî mezin e.”

(şx)